Serokeşîrên Eyn Îsayê xwedî li QSD’ê derketin

Serokeşîrên Girê Spî û Eyn Îsayê diyar kirin ku li dijî dewleta Tirk wê li pişta QSD’ê bin û xwedî li QSD’ê derketin.

Şêx û serokeşîrên Girê Spî û Eyn Îsayê bi fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî re, li navenda meclîsa leşkerî ya Eyn Îsayê civiyan.

Fermandarên leşkerî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û peymana ku duh a li ser avakirina nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş ên QSD û hikumeta Şamê bi çavdêriya Rûsyayê.

Fermandarên leşkerî bersiva hemû pirsên şêx û serokeşîrên herêmê li ser girîngiya nuqteyên çavdêriyê ku vê dawiyê de hatine ragihandin û îdiayên li ser çarenûsa navçeya Eyn Îsayê ku di hin dezgehên çapemeniyê de hatine belavkirin ji dûrî rastiyê ne û diyar kirin ku QSD ji bo parastina xaka Suriyê û destkeftiyên gelan her tim amade ye.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî îdiayên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine ku dibêjin Rûsya û hikumeta Şamê dixwazin çargoşeyeke ewlehiyê li navçeyê ava bikin, derewandin û tekez kir ku hemû civîn û hevdîtinên wan di çarçoveya koordîne û xebatên leşkerî de bûn.

Şêx û serokeşîrên herêmê jî tekez kir ku şervanên QSD’ê hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê têk birine û gotin ew ê li hemberî çavnebariyên dagirkeran li gel QSD`ê bin.