Ji zarokên li Hesekê birîndar bûbûn Zîlan jiyana xwe ji dest da
Zaroka bi navê Zîlan Ebas a di encama teqîna bombeyekê ya li ber derê mala wan bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da, tedaviya xwişka wê jî didome.
Zaroka bi navê Zîlan Ebas a di encama teqîna bombeyekê ya li ber derê mala wan bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da, tedaviya xwişka wê jî didome.
Duh di saetên şevê de li çerxerêya Serêkaniyê ya navçeya Dirbêsiyê bombeyek bi du xwişkan ve teqiya. Di teqînê de her du xwişk birînar bûn.
Zîlan Abas (6) a birîndar rakirin nexwexaneyê tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkiri û jiyana xwe ji dest da. Xwişka din dermankirina wê didome.