'Dewleta Tirk dest danî ser nan û darên me'

Jina bi navê E.K ku ji ber terora Tirk bêgav ma ji Efrînê derkeve, behsa sûcên dewleta Tirk kir, E.K got daxwaza wê tenê azadkirina Efrînê ye.

Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin sûcên revandin, talankirin û desteserkirina mewsima zeytûnan, qutkirina daran û kiryaran şantajkirinê zêde dibin.

Welatiya bi navê E. K. piştî artêşa Tirk a dagirker êrişî malbata wê kir her tiştên wê talan kirin, tevî her sê zarokên xwe ji Efrînê koçber dibe û diçe Helebê, niha li taxa rojhilatê Şêxmeqsûd bi cih bûye.

Ji destpêka ku çeteyan Efrînê dagir kir, êrişî malbata E. K. kirin û sûc pêk anîn, têkildarî vê yekê E.K. ev yek anî ziman, "Çeteyan girtin ser mala me û hevserê min girtin, 2 mehan wendayî ma û me tu agahî jê bi dest nexistin."

E. K. got hevserê wê li beramberî dayîna 100 hezar lîreyên Sûriyê hate berdan, lê piştî wê careke din hate revandin û wiha serpêhatiya xwe parve kir, "Çeteyan careke din hevserê min revandin û ew birin girtîgeha Efrînê ya navendî, dema min ji hevserê xwe re digot; di girtîgehê de çi bi te re çêbû, digot pirs neke."

E.K. got ku her çeteyan hevserê wê direvandin, bi berdêlan ew serbest berdidan û destnîşan kir ku rewşa wan a madî pir ne baş e, gelek caran ji çeteyan re gotiye ku nan tune ye ku ew bixwin, lê dîsa jî daxwaza 100 hezar lîreyên Sûriyê dikirin.

E.K. destnîşan kir ku di 5'ê Îlona 2018`an de çeteyan girt ser mala wê û du zarokên tiyên wê revandin, tevî ku serî li  navendên çeteyan dan da ku rewşa wan bizanibin lê bê encam bû. E.K. diyar kir paşê zanî ku yek ji wan di girtîgeha çeteyan de ye û yê din jî heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Malbata E.K. xwedî 60 darên zeytûnan bûn, di sala destpêkê ya dagirkirina Efrînê çeteyan hilberîna wan ku derdora milyonekî dikir, talan kirin û paşê dar birîn.

E.K. destnîşan kir ku çeteyan nehîştine ew êzingên darên xwe jî bibin û ev yek li gotina xwe zêde kir, "Çeteyan ji min re gotin ku meclisa herêmî biryarek derxistine ku nabe şênî êzingan bibin û dema min jê re got ku ez dayik im û zarokên min hene, kes tune ye wan xwedî bike, ji min re got; dûr bikeve ev ne karê me ye."

E.K. anî ziman ku êdî debar li Efrînê nema ye û wiha berdewam kir: "Jiyan li Efrînê zor e, ne kar û ne jî dar mane, her tişt buha ye, torbekî nan têra malbatekê nake û roja pêwîstiya me bi hezar û 500`î hebû ku em torbek nan bikirin, ango mehane tenê ji bo kirîna nan pêwîstiya me 45 hezar lîreyên Sûriyê heye.”

Dema E.K. çû mala malbata xwe, çeteyan ew asteng kir, ji bo pereyan bi dest bixin ew kontrol kirin, wê jî ji wan re digot; tenê pereyên nirxê nan bi wê re heye heke hûn bixwazin bibin.

Di dawiyê de E.K. anî ziman ku aramî û ewlehî li Efrînê tune ye û hêvî kir ku Efrînê rizgar bibe û wiha bi dawî kir: "Beriya niha me deriyên xwe bi rehetî vekirî dihîştin, lê niha tevî ku ew di malên xwe de ne, hemû derî girtî ne, lê dîsa jî rihetî tune ye û tirs pir zêde ye."