Li Dêrik û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo Şengalê meşiyan
Bi hezaran kes li Dêrik û Girkê Legê daketin qadan û peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de protesto kirin.
Bi hezaran kes li Dêrik û Girkê Legê daketin qadan û peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de protesto kirin.
Bertekên gel ên li dijî peymana navbera hikumeta Bexda û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li ser Şengalê zêde dibin. Li navçeyên Dêrik û Girkê Legê yên girêdayî kantona Qamişlo du xwepêşandanên hatin lidarxistin.
DÊRIK
Li Dêrikê bi dirûşmeya " Na ji şerê birakujiyê re, dem dema yekîtiya neteweyî ye", bi pêşengtiya Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) bi sedan kes daketin qadan û peymana der barê Şengalê de şermezar kir.
Xwepêşandan ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê dest pê kir û li qada dêra Marşmonî li navenda navçeya Dêrikê veguherî mîtîngê. Bi navê PYNK'ê Îbrahîm Ebdî daxuyaniyek xwend.
Ebdî got:" Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî serkeftina berxwedana mezin a QSD û gelên herêmê ku di oxira wê de bi hezaran şehîdên azadî û rûmetê hatin dayîn, çalakiyên dîplomatî berfireh dibin da ku tecrubeya Rêveberiya Xweser were naskirin û piştgiriya wê were kirin."
Ebdî wiha domand:" Em rêxistinên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li navçeya Dêrik dagirkeriya dewleta Tirk bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên dijî gel li herêmên ku dagir kirine û bi taybet Efrîn, siyaseta koçberkirinê û guhartin demografîk û kiryarên terorîst yên ku li ber çavên cîhanê dike, şermezar dikin."
GIRKÊ LEGÊ
Li navçeya Girkê Legê bi sedan şênî, di nav de endamên partiyên, ji bo şermezarkirina peymana dijî vîna gel li Şengalê daketin qadan.
Xwepêşandan li pêşiya qada şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên navçeyê geriyan. Di wê navberê de diruşmeyên şermezarkirina komploya li ser Şengalê hatin berzkirin.
Xwepêşandan li navenda navçeyê rawestiya. Mamosteya zimanê kurdî Şehnaz Mistefa daxuyaniyek bi navê partiyên siyasî yên li Girkê Legê xwend.
Şehnaz bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê kirin ku peymana derbarê Şengalê de careke din di ber çavan re derbas bikin û wiha got: "Pêwîst e encamdana her peymanê li ser bingehê rêveberî û vîna Şengalê be."
Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.