ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarên Şehba, Girkê Legê, Qamişlo, Kobanê, Minbic û Tirbespiyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwan daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Li Kobanê bi merasîmeke heybet 2 şehîd spartin axê û 5 şehîd jî bibîr anîn
Li Kantona Kobanê bi merasîmekê şervanên YPG’ê Fewaz Mihemed û Beşar Selmo yên dem û cihên cuda şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê û 5 şervanên din ên li dem û cihên cuda jî şehîd bûbûn bibîr anîn. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Um Hoş a Şehbayê
Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê bi berfirehî didome. Dagirkeran dest bi bombe kirina gundê Um Hoş a Şehbayê dike. -
Artêşa Tirk bombe li Şehba dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundê Eyndeqnê û Bêloniyê yên Şehbayê dibarîne. -
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye dewleta Tirk protesto kirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriye, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. -
Partiyên di bin sêwana MSD'ê de êrîşên dagirkeriyên yên li Başûr û Rojava şermezar kirin
Nivîsgehên partiyên siyasî yên di bin sîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk de li bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên li Sûriyê şermezar kirin. -
QSD’ê li Ecîcê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku wan li Geliyê Ecîcê ya Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyoneke berfireh dane destpêkirin û wê operasyon 4 rojan bidome. -
Li Helebê xwedî li berxwedana gerîla hate derketin
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin ba hev û xwedî li berxwedana gerîla derketin. -
QSD'ê îdîaya 'Efrînê' ya dewleta Tirk li derewê qeliband
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir li qadên ku dewleta Tirk li Efrînê bombe kiriye ti hêzên wan nînin û îdîa li derewê qeliband. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi rengekî girseyî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî girseyî meşiyan. -
Li Dêra Zorê operasyona HAT'ê ya li dijî DAÎŞ'ê: 4 kes hatin girtin
Hêzên Taybet (HAT) ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê li dijî komên çete operasyonek kirin. Di encamê de 4 çete hatin girtin. -
Li Qamişlo li pêşiya avahiya NY çalakî hate kirin
Li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a li Qamilo êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. -
Li Kampa Waşokanî tecrîd hate şermezarkirin
Koçberên li Kampa Waşokanî ya Kantona Hesekê dijîn, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û piştre jî mîtîngek lidar xistin. -
Dagirker û çeteyên wê gundên Meranezê û Alqemiye topbaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund Meranazê yê navçeya Şehba û gundê Alqemiyê ya Şera yên girêdayî Efrînê topbaran dike. -
Mamosteyên Efrînî êrîşên dagirkeriya Tirk protesto kirin
Mamosteyên Efrînî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Zafer Tolhildan li Qamişlo hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Mihemed Hisên (Zafer Tolhildan) ê di berxwedana herêma Avaşîn a li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn. -
Li Munchenê biryara DYE'yê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Munchenê biryara DYE'yê ya li dijî rêveberên Kurdan şermerzar kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Şehba û Şerayê barand -NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û du gundên navçeya Şerayê barand. -
Bi hezaran kes xwedî li berxwedana gerîla derketin
Li Qamişloyê bi hezaran kesan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda Îmraliyê protesto kirin û xwedî li berxwedana gerîla derketin. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Kantona Şehbayê barand. -
Endamên Meclîsa Til Rifat û Şehbayê: Armanca me ev e ku em vegerin Efrînê
Endamên meclîsa navçeya Til Rifat a Efrînê û Şehbayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û ji saziyên navneteweyî xwestin ku bila li hemberî vî tiştî bêdeng nemînin. Endamên meclîsan diyar kirin ku armanca wan vegera li Efrînê ye. -
Îsraîlê êrişeke din a hewayî bir ser Sûriyeyê
Îsraîlê bi helîkopterê li qada Kûneytra ya li başûrê Sûriyeyê da. -
'Di mijara darizandina DAÎŞ'iyan de xwe sist dikin'
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer diyar kir ku di mijara darizandin û radestkirina DAÎŞ'iyan de ew piştgiriyeke têrker nabînin. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregeke din a dagirkeriyê çêkir
Dewleta Tirk ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dewam dike, li Eyn Îsayê dest bi avakirina baregehek nû ya dagirkeriyê kir. -
Li Zirganê ji ber teqîna mayinê, zarokekî jiyana xwe ji dest da
Zarokê ku li cihekî nêzî nuqteya leşkerî ya çeteyan pezên xwe diçêrand, ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest da.