'Di mijara darizandina DAÎŞ'iyan de xwe sist dikin'

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer diyar kir ku di mijara darizandin û radestkirina DAÎŞ'iyan de ew piştgiriyeke têrker nabînin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Dervre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer li ser mijara darizandina DAÎŞ'iyan ji ANF'ê re axivî.

Abdulkerîm Omer bi bîr xist ku bi serketina li Baxozê re tevî ku DAÎŞ ji aliyê statuya cografîk ve hate têkbirin, lê belê hîn jî terora DAÎŞ'ê dewam dike û işaret bi hucreyên razayî yên DAÎŞ'ê kir.

Omer anî ziman ku têkiliya navbera QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî dewam dike û got, "Rojane li dijî DAÎŞ'ê operasyonên koordîneyî tên kirin. Li herêma me ji aliyê cografîk ve cihekî ku di bin kontrola DAÎŞ'ê de be nîne, lê belê hucreyên xwe yên razayî hene. Lê li herêmên rejîmê ji aliyê cografîk ve cihên di destê DAÎŞ'ê de hene. Rêxistiniya DAÎŞ'ê tenê bi çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê dikare bê qedandin. Rewşa li Iraqê jî bi vî rengî ye. Divê pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserkirin, aramî pêk were û guhertin çêbibe. Pêwîste Sûriyeyeke demokratîk ava bibe. Bi vî rengî bibe dikare pêşî li terorê were girtin. Li Sûriyeyê aramî û çareseriya siyasî nebe, zehmet e ku teror biqede.

'DEWLETA TIRK HÎN JÎ ALÎKARIYÊ BI DAÎŞ'Ê RE DIKE'

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gavên girîng hatin avêtin. Operasyon dewam dikin, lê belê alîkarî jî ji DAÎŞ'ê re diçe. Bi giranî ji Tirkiyeyê. Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin çete ji aliyê zîhniyetê ve DAÎŞ e. Dewleta Tirk bi rêya çeteyan alîkariyê bi DAÎŞ'ê re dike.

Girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê, qanûna Sezar û polîtîkayên mîna wan dibin sedem ku rewşa mirovên li herêmên berê zilma DAÎŞ'ê dîtibûn xerab dike. DAÎŞ vê yekê ji bo xwe weke firsendekê dibîne ku bikeve nava liv û tevgerê. Divê alîkarî bi van herêman re bê kirin ku zîhniyeta DAÎŞ'ê ji van herêman bên avêtin. Ji bo vê jî pêwîstî bi demê re heye."

'BI HEZARAN DAÎŞ'IYÊN GIRTÎ LI BENDA DARIZANDINÊ NE'

Ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî û malbatên wan Abdulkerîm Omer wiha axivî: "Li Girtîgehaên Rêveberiya Xweser bi hezaran DAÎŞ'î hene. Bi hezaran malbatên DAÎŞ'iyan jî li kampan dimînin. Piştî rizgarkirina Baxozê weke Rêveberiya Xweser ji bo darizandina van çeteyan me bang kir. Me xwest ku dadgeha darizandinê bike li xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Ji bo alîkariya lojîstîk û qanûnî me ji raya giştî ya navneteweyî alîkarî xwest. Di vê mijarê de karê me dewam dike. Lê belê ji bo darizandin dest pê bike em negihîştiye ast têrker."

MIJARA RADESTKIRINA JIN Û ZAROKAN

Abdulkerîm Omer anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê û jinên ku sûc kirine ew teslîmî dewletan nakin û got, "Em zarokên sivîl ên ku ti sûc nekirine teslîm dikin, ji ber ku cihê wan zarokan ew atmosfera radîkal nîne. Hebûna wan li van kampan tê wê wateyê ku paşeroja wan ji aliyê DAÎŞ'ê ve bê amadekirin. Lewma em zarokên sivîl teslîm dikin.

Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweeser ji xwe em zarokan ji dayikên wan qut nakin. Zarokên ku pirsgirêkên tenduristiyê hene û derfetên me li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîne bi destûra dayikên wan radestî welatên jê hatine dikin. Jinên ku hatine ispatkirin sûc kirine em radestî welatên wan nakin. Mijara radestkirinê bi vî rengî ye. Herî dawî me welatiyên Ozbekistanê radest kirin. Hin welatên cuda hatin, zarokên sivîl ên ku sûcên wan nîne û jinên ku sûcên wan nîne wegirtin. Hejmara yên hatine radestkirin kêm e. Hejmareke zêde hîn li gel me ne. Ji bo me barekî giran e. Di heman demê de metirsiyeke mezin jî bi xwe re tîne. Ozbekistan, û hin welatên Ewropayê beşek ji welatiyên xwe birin. Raya giştî ya navneteweyî di vê mijarê de wezîfeya xwe bi cih nîne."

HEWLDANÊN JI BO DARIZANDINA DAÎŞ'IYAN

Di dewama axaftina xwe de Abdulkerîm Omer bal kişand ser serdanên ji herêmê re tên kirin û got, "Beriya koronayê me jî li Ewropayê serdan dikir. Bi rêbazên teknîkî û hwd. me hevdîtin li hemû welatên Ewropayê kir. Civîn jî kir û diyaloga me hîn jî dewam dike. Ji ber ku statuya Rêveberiya Xweser nayê naskirin di mijarên qanûnî de pirsgirêk hene. Pirsgirêk heye ku DAÎŞ li gorî kîjan qanûnan bên darizandin. Pirsgirêkên siyasî jî hene. Em nîqaş dikin. Hin dewletan pejirandin ku çeteyên DAÎŞ'ê li vê derê bên darizandin. Dewletên din jî di nava xwe de nîqaş dike. Bi giştî biryarek nehatiye dayin

Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku di vê mijarê de pêwîste gavek bê avêtin û got, "Bi vî rengî nabe dewam bike. Bi hezaran DAÎŞ'iyên ku sûc kirine nabe ku li gel me bimînin. Em hêvîdarin ku wê gavek bê avêtin."