BI DÎMEN

Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê di 20`emîn salvegera şehadeta xwe de li hola PYD`ê hatin bibîranîn.

Şîlan Kobanê li gel hevrêyên xwe Fûad, Ciwan, Cuma û Zekeriya yên ku di nava mercên herî zehmet de dest bi têkoşînê kirin, li Mûsilê di sala 2004`an de şehîd bûn. Îro jî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi civînekê hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir û piştî wê Endama Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Mahabat Koçer li ser jiyana hemû hevrêyên şehîd axivî û got: "Şîlan di nava malbateke welatparêz de dest bi têkoşîn û berxwedaniyeke bêhempa kir. Di sala 1987`an tevlî Tevgera Azadiyê dibe û dest bi dîrokeke tije têkoşîn û berxwedaniyê dike.’’

Mahabat Koçer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna Şîlan Kobanê û hevrêyên wê û got: "Şîlan Kobanê û hevrêyên xwe bi fikrên Rêber Apo têkoşîneke bêhempa meşandin. Lê belê bi destê hêzên dagirker ew û hevalên xwe li Mûsilê şehîd bûn. Em  jî weke PYD`ê em ê heta dawiyê şopdarê şehîdên xwe bin û em soz didin ku em xwedî li mîraseya wan derkevin.’’

Piştre jî xwarziyê şehîd Şîlan, Cûdî Îbrahîm axivî û diyar kir ku Şîlan Kobanê hemû dîwarên desthilatdariyê rûxandin û li hemberî berxwedaniya ê  zîhniyeta eşîran jî têk çûye û ev yek anîn ziman: ‘’Şehîd Şîlan li hemberî her cure desthilatdariyê serî hilda. Şehîd Şîlan ji hemû jinên azadîxwaz re bû îlham.  Va ye li ser xeta Şîlan, Sakîne, Bêrîtan û Zîlan dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bûye dengê hevpar ê hemû jinên azadîxwaz.  Va ye YJA Star di nava mercên herî zehmet de li ber xwe dide. Em jî weke malbat, em soz didin Rêber Apo û şehîdan ku em ê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdan derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidin û misoger bikin." 

Piştî axaftinan jî sînevîzyoneke têkildarî jiyana şehîdan hate pêşkêşkirin û şehîd hatin bibîranîn.