Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji bo dîtina Rêber Apo ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, parêzeran careke din serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Sûzan Akîpa ve hate kirin. Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayîr Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên parêzeran ên ji bo dîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi giranî bê bersiv têne hiştin. Di bersivên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê de jî 'cezayên dîsîplînê' hincet têne nîşandan û hevdîtina parêzeran 6 mehan carekê tê qedexekirin.