Li Munchenê biryara DYE'yê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Munchenê biryara DYE'yê ya li dijî rêveberên Kurdan şermerzar kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê biryara DYE'yê ya li dijî rêveberên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi çalakiyan şermezar dikin.

Kurdên li bajarê Munchenê yê Elmanyayê li ber Konsolosxaneya DYE'yê xwepêşandaneke şermezarkirinê li dar xistin.

Di çalakiyê de posterên siyasetmedarên Kurd û pankartên şermezarkirina biryara DYE'yê hatin hildan.

Çalakgeran diyar kirin ku ew biryara DYE'yê qebûl nakin û destnîşan kirin ku nabe ku ji nûnerên gelê Kurd re terorîst bê gotin.