Rojnamevanên binçavkirî li edliyeyê ne

Rojnamevan û nivîskarên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Rojnamevan û nivîskarên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê îfadeyên wan duh li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin girtin û îro ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

Dozgerê lêpirsînê birêve dibe wê bi rêya SEGBÎS’ê îfadeyan bigire.

Kesên sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin ev in: “Seroka Komeleya Rojnamevanan a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, derhêner Ardîn Dîren, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-helbestvan Ahmet Hîcrî Îzgoren, rojnamevan Ahmet Sumbul, nivîskar-wergêr Omer Barasî, wênevan Emrah Kelekçîer û Fîgen Mamedoglû Alp.”

Rojnamevan Bîlal Seçkîn û Berfîn Atli ku li bajarên cuda hatin binçavkirin û anîn Eskîşehîrê, ji bo îfadeyê birin Edliyeya Eskîşehîrê. Rojnamevan Erdogan Alayumat, Sûzan Demîr û Tûgçe Yilmaz jî piştî îfadeya li emniyetê wê sewqî dozgeriyê bên kirin.