Bi hezaran kes xwedî li berxwedana gerîla derketin
Li Qamişloyê bi hezaran kesan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda Îmraliyê protesto kirin û xwedî li berxwedana gerîla derketin.
Li Qamişloyê bi hezaran kesan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda Îmraliyê protesto kirin û xwedî li berxwedana gerîla derketin.
DÊRIK
Xwepêşandana li Dêrikê ji Qada Azadî dest pê kir, di sûka navendî û kolanên bajêr re dewam kir. Li Çerxerêya Şehîdan a li sûka herêma Dêrikê xwepêşandan veguherî mîtîngê.
Li wir hevserokê PYD’ê şaxê Dêrikê Mihemed Ebdulrehman axivî û got: “Bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewama komploya 6`ê Gulana 1996`an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê pêk hatiye ku dewleta Tirk wê demê xwestibû rêber Ocalan bikuje.”
Ebdulrehman destnîşan kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd hîna berdewam e û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê nîşaneya vê yekê ne.
QAMIŞLO
Li Qamişlo jî xwepêşdanê ji pêşiya Çerxerêya El-Xelîc dest pê kir û bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Xwepêşandan li Çerxerêya Cotkaran veguherî mîtîngê. Li wê derê endama Kongreya Star a Qamişloyê Menîce Heyder axivî û destpêkê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Armanca sereke ya tecrîdê tunekirina fikir û felsefeya rêber Ocalan e.”
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku Erdogan bûye serokê terorê û gelê Kurd kiriye hedef û wiha domand: “Wekî ku pêşiyên Erdogan nikarîbûnê parastina împeratoriya herî mezin li cîhanê bikin, dê Erdogan çawa bikare Komara Tirkiyê biparêze. Ji ber ku siyaseta Erdogan dimeşîne ne dûrî siyaseta Osmaniyan e.”
AMÛDÊ
Xwepêşandan ji ber Qada Şehîd Cîhad a li navçeya Amûdê dest pê kir. Beşdaran di nava taxên navçeyê de meşiyan û li ber Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiyan. Li wir endamê rêveber ê navçeya Amûdê Sabir Amûdê axivî û tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qir bike.
Sabir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku xwedîderketina gel ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rê li pêşiya tevahiya komployên li dijî gelê Kurd girt.
TIRBESPIYÊ
Xwepêşendana li Tirbespiyê ji ber avahiya Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û li nêzî Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li rojavayê navçeyê rawestî.
Li ber navenda ciwanan xwepêşandan rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Reşîd Yusif axivî û behsa siyasetên dewleta Tirk kir û got: “Dewleta Tirk li ser dagirkirina kêmneteweyên din ava bûye. Ola îslamê bi kar tîne û heta roja îro vê siyasetê dimeşîne.”
Endama Kongreya Star a navçeyê Leyla Ehmed axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye û divê civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe yên mirovî û qanûnî li hemberî siyaseta kirêt a Tirkiyeyê bi cih bîne.
Bi navê Meclisa Rûspiyan a kantona Qamişloyê endamê meclisê Hisên Sade axivî û da xuyakirin ku dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe.
TIL HEMÎS
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê li pêşiya avahiya Trafîkê kom bûn û li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Xwepêşendaran di meşê de, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ji rêxistinên mirovî û hiqûqî xwest helwesteke cidî li hemberî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan bidin
Şênî li Qada Şehîdan a li naverasta navçeyê kom bûn. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El-Ebawî axivî û paşguhkirina rêxistinan rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Divê rêxistinên mafên mirovan hesabê ji dewleta Tirk bixwazin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe gelên herêmê li ser biratiya gelan li hev kom kirin.”
Her wiha bi navê PYD’ê Belqîs El-Abdullah axivî û got: “Gelên herêmê di şoreşê de bi hezaran şehîd dan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade ne, fedakariyên bêtir bidin.”
ÇILAXA
Şêniyên navçeya Çilaxa li Çerxerêya Şehîd Masûm kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.
Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk berz kirin. Xwepêşandan li qada geracê veguherî mîtîngê.
Li wê derê, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Kenan Hisên axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk hemû rengên îşkenceyê yên li dijî mafên mirovan der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tîne û wî ji mafên sereke mehrûm dike.”
Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Serûr El-Şetî jî daxuyand ku rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye pirtûkxaneyekê û navenda ramanên ji bo azadiya gelên herêmê.
TIL BIRAK
Xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya Firinê dest pê kir û ber bi Qada Şehîdan ve dewam kir. Beşdaran dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin. Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid Elewî wiha axivî: “Rêber Ocalan yekane kes e ku azadiya xwe di oxira azadiya gelên bindest de da. Bi saya rêber Ocalan me niha dikarin projeya neteweya demokratîk biparêzin. Li ser vî esasî divê em ji bo rêber Ocalan bibin mertal û parastina azadiya wî bikin.”
Xwepêşandan bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe, bijî berxwedana Îmraliyê, gel Ocalan dixwaze” bi dawî bûn.