Endamên Meclîsa Til Rifat û Şehbayê: Armanca me ev e ku em vegerin Efrînê

Endamên meclîsa navçeya Til Rifat a Efrînê û Şehbayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û ji saziyên navneteweyî xwestin ku bila li hemberî vî tiştî bêdeng nemînin. Endamên meclîsan diyar kirin ku armanca wan vegera li Efrînê ye.

Gelê Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an de ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ji warên xwe koç kirine û berê xwe dane kamp, gund û navçeyên herêma Şehbayê. Ligel ku ew êşa koçberiyê her roj xwe nû dike û ji aliyê din ve ligel êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêma Şehbayê a ku gelek kes ji ber topbaranan şehîd dibin.

Endamên Meclîsa Til Rifatê li dijî van êrîşan û berxwedaniya gelê xwe ji ajansa me re axivîn. 

Îbrahîm Xelîl Reşo ê di Komîteya Perwerdehiyê de li ser êrîşên dagirker ên li dijî gel axivî û got “Dagirkeriya li Efrînê li pêş çavê dinyayê pêk hat. Gelê Efrînê ji dema ku Efrînê derket û li hemû deverên herêma Şehbayê belav bûn, ligel ku rewşa gel ne zêde baş e û topbarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser Til Rifatê jî didome. Armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku gel ji Şehbayê derkeve û lê gel ew ê ji vir dernekeve. Ji ber ku cih û warê wan Efrîn e lê Efrîn hatiye dagirkirin û dinyayê çavê xwe ji vê dagirkeriyê re girtiye. Heke bi rastî jî li dinyayê saziyên mafên mirovan hene û ev tiştê ku hatiye serê gel, bi plan e. Ew dixwazin me tune bikin lê em di wê baweriyê de ne ku em ê bi gelê xwe yê li Şehbayê li ber xwe bidin û heta mirinê jî em ê ji bo vegera li Efrînê berxwedana xwe bidomînin.”

Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Til Rifatê Fîkret jî got ku “Dema êrîşî Til Rifatê tê kirin em diçin nav gel û em dibînin ku moralê gel bilind e. Em hêz û moral ji gel distînin û ev jî tê wateya ku tu carî şerê taybet li ser bandor nekiriye. Meclîsa me wê li gelê xwe re bie û armanca vegera Efrînê ye.”

Endamê Meclîsa navçeya Til Rifat a Efrînê Fexrî Sultan nerîna xwe anî ziman û got “Em dema ji Efrînê derketin, li ser me topbaran hebû. Dema em derbasî navçeya Til Rifatê bûn me dît ku li vir jî topbaran heye. Lê piştre meclîsan komunên xwe ava bikin, gel xwe bi rêxistin kir û tirsa xwe şikand. Gelê me plana wan nas kiriye, dinya li hemberî van kiryaran bêdeng e. Lê em ê jî heta dawî berxwedana xwe bidomînin.”