ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî'
Berxwedana Kobanê bi çi rengî dest pê kir û bi milyonan mirovî çawa dan pey? Serketina Kobanê çawa pêk hat? Dewleta Tirk piştî serketinê çima êriş bir ser piştevanên berxwedanê? Îsmet Şêx qala pêvajoya ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî' kir. -
Li Til Temirê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê zêde dibin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê gundê Um El Kêf û piştre jî gundên li başûrê Til Temirê bomberdûman kirin. -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo bi merasîmekê li Qamişlo hate veşartin. -
Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan’ îlan kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja 25`ê Nîsanê wek "Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îlan kir. -
Dîfaa El Wetenî agirbest binpê kir
Piştî saetên nîvro bi navbeynkariya QSD’ê û Polîsên Leşkerî yên Rûsya di navbera Dîfaa El Wetenî ya girêdayî Şamê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de agirbest pêk hat û şûnde, Dîfaa El Wetenî êrîş bire ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Hîlkoyê. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn sivîlan bi ewle ji taxa şer derdixin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo di şerê li hember milîsên Dîfaa El Wetenî de ziyan negihêjin sivîlan, sivîlan ji taxa Tay bi ewle derdixin. -
Cenazeyê rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El Ciriyan spartin axê
Cenazeyê rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El Ciriyan ku duh di êrîşa çeteyên Dîfaa El Wetenî de giran birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû, ji bo definkirinê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîmek hate lidarxistin. -
Li Qamişloyê 2 navendên milîsên Şamê hatin kontrolkirin
Li Qamişloyê şerê ku bi êrişa milîsên Şamê dest pê kir, dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 navendên milîsên Şamê kontrol kirin. -
Li Qamişloyê, milîsên Şamê rûspiyek qetil kir
Milîsên ser bi hikumeta Şamê, li Qamişloyê yek ji rûspiyên Qebîleya Benî Sebe ya li Qamişloyê Hayis El Ciriyan qetil kir. -
Li Qamişloyê şer giran bû
Li Qamişloyê şerê di navbeyna Hêzên Ewlehiya Hundirîn û milîsên Dîfaa El Wetenî giran bû. -
Li Girê Spî çeteyan kesek kuşt, 3 kes jî birîndar kirin
Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, çeteyan sivîlek kuşt û 3 sivîl jî birîndar kirin. -
Li taxên Tay û Hilko yên Qamişlo şer diqewime
Li taxên Hilko û Tay ên Qamişloyê şerê navbera Hêzên Ewlekariya Hindurîn û Dîfa El Wetenî didom e. Hêzên Ewlekariya Hindurîn 2 endamên Dîfa El Wetenî girtin. -
Şerê navbera Dîfa El Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didom e
Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê, êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Taxa Hilko ya Qamişloyê kirin. -
Milîsên Dîfa El Wetenî zarokek birîndar kirin
Êrîşên milîsên Dîfa El Wetenî li taxa Tay a Qamişloyê didom e. Di encama gulebarana milîsên Dîfa El Wetenî de zarokek 12 salî birîndar bû. -
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî li Qamişloyê cenazeyê endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê. -
Di êrişa milîsên Şamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişa milîsên hikumeta Şamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn. Yek ji zarokên birîndar jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk li gundê Hoşanê li malên sivîlan da
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşanê ya li rojavayê Eyn Îsayê bomberdûman kir û li malên sivîlan da. -
'Şehîd Nûda mîna biharê jiyan dixemiland'
Şervanê YPG'ê Aso Mêrîvan di salvegera 5'an a şehadeta Nûda Gulbihar de ew bi bîr anî û got, "Heval Nûda bi hevaltiya xwe weke rengê biharê jiyana me dixemiland." -
Milîsên Şamê agirbest binpê kirin, şer ji nû ve dest pê kir
Li Qamişloyê, ji ber ku milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê agirbest binpê kirin, şer ji nû ve dest pê kir. -
Nasnameya şervanê di êrişa Dîfaa El-Wetenî de şehîd bû hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 20'ê Nîsanê di êrişa çeteyên Dîfaa El Wetenî de şehîd bû Xalid Milhim Osman e. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Hemîd li Tebqayê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebulsetar Hemîd bi merasîmkê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Li Qamişloyê şerê navbera Hêzên Ewlekariya hundirîn û Dîfa El Wetenî didome
Li Qamişloyê şerê ku şevê din di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîfa El Wetenî de derketî hîn didome. -
Dewleta Tirk a dagirker dest bi topbarankirina Eyn Îsayê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, derdora Rêya Bejayî ya M4 û gundê Xalidiyê ya Eyn Îsayê bi giranî topbaran dike. -
Li Kampa Holê 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di operasyona hêzên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) de ya li Kampa Holê, 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
QSD: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD'ê li Dêra Zor û Qamişloyê di operasyonên dijî hucreyên DAÎŞ'ê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê girtin.