Dewleta Tirk bombe li gundekî Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Kantona Şehbayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Kantona Şehbayê barand.
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li gorî dema xwecihî saet di 14:10'an bombe li gundê Şêx Îsa yê Şehbayê barand. Li ser êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dagirkeran danê nîvro jî bombe li gundên Eyn Deqnê û Miniqê yên Şehbayê barandibûn.