Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Şehba û Şerayê barand -NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û du gundên navçeya Şerayê barand.
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û du gundên navçeya Şerayê barand.
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de li gel çeteyên xwe bombardûman li gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê kir.
Dewleta Tirk heman demê gundên Meranaz û Alqamiye yên navçeya Şera ya Efrînê bi tankan bombe kirin. Li gel bombardûmanê balafirên keşfê jî li ser herêmê geriyan.
Dewleta dagirker 6'ê Gulanê bombe li gundên Şêx Îsa, Ayn Deqnê û Miniqê yên Şehbayê barandibû.