Li 21 siyasetmedaran cezayê girtîgehê hate birîn
Di rûniştina biryardanê ya darizandina siyasetmedaran de li her yek ji 21 kesan 6 sal, 3 meh û li 3 kesan jî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Di rûniştina biryardanê ya darizandina siyasetmedaran de li her yek ji 21 kesan 6 sal, 3 meh û li 3 kesan jî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiligun Ûçar û Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can jî di nav de rûniştina biryardanê ya li hemberî 38 kesên endam û rêveberên HDK, DEM Partî û HDP'ê pêk hat. Di rûniştina biryardanê de ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'propagandaya rêxistinê' hate destpêkirin, hin ji kesên têne darizandin û parêzerên wan tevlî bûn.
Dozgeriyê têkildarî 35 kesan bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'propagandaya rêxistinê' xwest ceza bê birîn, ji bo 3 kesan jî daxwaza berdanê kir.
Parêzeran Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Meral Hanbayat bi bîr xist ku muwekîla wê Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê ye, xwedî mafê destnedanê ye û xwest darizandina wê bê rawestandin.
Dadgehê biryar da ku darizandina Çîgdem Kiliçgun Ûçar bê rawestandin. Di rûniştina biryardanê ya darizandina siyasetmedaran de li her yek ji 21 kesan 6 sal, 3 meh û li 3 kesan jî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.