Gerîlayê HPG’ê Zafer Tolhildan li Qamişlo hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mihemed Hisên (Zafer Tolhildan) ê di berxwedana herêma Avaşîn a li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Zafer Tolhildan ê 3’yê Gulana 2021’ê di berxwedana Herêma Avaşîn a li dijî dagirkeriya Tirk de bi lehengî şer kir û şehîd ket li Qamişlo bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.. Li goristanê wêneyên şehîdên HPG û YJA-Starê ku bi şehîd Zafer Tolhildan re şehîd bûbûn, hatibûn rakirin.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîr anîn. Her wiha berxwedana şervanên azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.  

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sabir Mihemed axivî û di kesayeta şehîd Zafer Tolhildan de şehîdên pêngava Bazên Zagrosê bibîr anîn. Mihemed diyar kir ku êrişa li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê, armanca wan qirkirina gelê Kurd bi giştî her wiha hemû destkeftî û nirxê wan e û wiha got: "Ne tenê ev êrîş li ser PKK`ê, yên ku dibêjin dewleta Tirk dostê gelê Kurd e û tenê dijminê PKK`ê ye, xwe dixapînin."

Piştre apê şehîd Zafer Tolhildan Ebd El-Qedûs Hisên axivî.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Zafer Tolhildan hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên `Şehîd namirin` û `Bijî berxwedana gerîla` bi dawî bû.