Îsraîlê êrişeke din a hewayî bir ser Sûriyeyê

Îsraîlê bi helîkopterê li qada Kûneytra ya li başûrê Sûriyeyê da.

Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê (SANA) helîkoptereke Îsraîlê doh bi şev êriş bir ser qadeke li Kûneytrayê.

Ev herêm li nêzî sînorê Îsraîlê ye. Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye.,

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku tûgaya 90'î ya artêşa Sûriyeyê û çeperên leşkerên Şamê bûne hedefa êrişa Îsraîlê.

Di nava 24 saetên dawî de bû êrişa duyemîn a Îsraîlê. Doh jî êrişeke hewayî li herêma Lazkiyeyê hatibû kirin û hatibû ragihandin ku sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û 6 jî birîndar bûn.

Dewleta Îsraîlê ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve bi rêk û pêk êrişên hewayî dibe ser Sûriyeyê. Ev êriş jî bi giranî li dijî hêzên Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê tên kirin ku hevalbendê Îranê ye.

Tel-Avîv kêm caran berpirsyariya êrişan dide ser milê xwe. Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku par li 50 hedefên li Sûriyeyê xistin, lê agahiyên berfireh nedabû.