Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregeke din a dagirkeriyê çêkir

Dewleta Tirk ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dewam dike, li Eyn Îsayê dest bi avakirina baregehek nû ya dagirkeriyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker li derdora Eyn Îsayê baregehên nû yên leşkerî ava dike.

Li baregehan çekên cuda tên bicihkirin û karê keşf û çavdêriyê tê kirin

ANHA'yê li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî wergirtî ragihand ku dewleta Tirk li gundê Mualekê yê li rojavayê bajêr baregehek ava kiriye.

Dewleta Tirk beriya niha jî li nêzî gundê Mualekê baregehek çêkiribû.

Hate ragihandin ku bi avakirina baregehên nû dewleta Tirk a dagirker dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û lê mayinde bibe.