Parêzer Has: Polîsên Brîtanya rola dozgerê Tirk girtin ser xwe

Parêzere Alî Has, derbarê serdegirtinên mal û saziyên Kurdan ên li Brîtanyayê de destnîşan kir ku polîs bi pirsên dozên polîtîk ên li Tirkiyeyê re, rola dozgerê Tirk girtine ser xwe.

Duh li Brîtanyayê Tîmên Têkoşîna li Dijî Terorê ya Girêdayî Polîsên Metropolîtan a Brîtanyayê bi ser mal û navenda Civaka Kurd de girtibûn û gelek siyasetmedar, welatparêzên Kurd binçav kiribûn. Lêpirsînên roja ewil a 7 aktivîstên Kurd li Navenda Hammersmith a Polîsan bi dawî bû.

Hat ragihandin ku Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak, xebatkarê KHM'ê Ercan Akbal, Siyasetmedar û Nivîskarê Kurd Alî Poyraz, Nûnera Têkiliyên Derve ya Kurd Agît K., aktîvîsta jin a Kurd Berfîn K., ciwanên Kurd Mazlûm S. û Dogan K. ên di encam şikandina deriyan û zextê de hatin binçavkirin, rewşa wan a tenduristiyê baş e. Hat hînbûn ku polîsan aktîvîstên Kurd li gorî ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ binçav kirine û di dema lêpirsîna roja destpêkê de bi giranî pirsên li ser PKK'ê hatine pirsîn.

Parêzerê aktîvîstên Kurd ê beşdarî lêpirsînan bûn Alî Has, diyar kir ku heta niha delîlên şênber nehatine pêşkêşkirin. Parêzer Has, destnîşan kir ku bi van operasyonên li dijî Navenda Civaka Kurd re, dest bi pêvajoya krîmînalîzasyonê kirine û got, “Lêpirsîn li ser çend beşan tê kirin. Pirsên giştî yên derbarê PKK’ê de; Tu endam î an jî sempatîzan î? Bêguman hewl didin bi saziyê ve girêbidin. Heta niha jî tiştekî şênber pêşkêş nekirine. Ev yek bi temamî krîmînalîzasyone.”

'TIŞTEKÎ ŞÊNBER NÎNE, HEWL DIDIN CIVAKA KURD BITIRSINÎNIN’

Parêzer Has, da zanîn ku ji aktîvîstên Kurd pirsên mîna, ‘Li gorî me, hûn terorîst in. Hûn çi difikirin?' pirsîne û wiha domand, “Lêpirsîn ne li ser tiştekî şênber bû. Derbarê wan de gilî tine ye. Ev navên berê hatine diyarkirin in. Hemû di heman saetê de hatine binçavkirin. Serdegirtinên hemwext tên kirin. Di rewşên asayî de sibehê saet 7’an de serdegirtin pêk tên. Lê belê danê sibehê saet di 03:02 de bi awayekî hemwext serdegirtin hat kirin. Serdegirtinên di wê saetê de weke êşkencê ye.”

Parêzer Has, destnîşan kir ku operasyon ji berê ve hatiye amadekirin û bal kişand ku dema serê sibehê avêtin ser saziyê, hemû rojname di heman demê de nûçe dane. Parêzer Has, diyar kir ku bi van hewldanan re dixwazin civaka Kurd bitirsînin û got, “Ya ku dibêjin wêneyê Abdullah Ocalan heye, wêneyên şehîdan hene... Ev bi tena serê xwe ne hêmanên sûc in. Ne sedemek e. Wekî din, ewder milkê taybet e. Divê ew vê yekê şênber bikin.”

Parêzer Has, anî ziman ku polîsan ji aktîvîstên ciwan Dogan K. û Mazlûm S. ên hatin binçavkirin pirsa, derbarê wan de li Tirkiyeyê dozên siyasî hene yan nîne kirin û da xuyakirin ku polîsan bi vê yekê re rola dozgerê Tirk girtine ser xwe.

Has, derbarê polîsên ku tundî û bêyî sînor însiyatîf bikar anîne de jî ev tişt gotin, “Hewl didin saziyê bixin nava rewşeke zehmet. Îdîa dikin ku Navenda Civaka Kurd navenda PKK'ê ya li Brîtanyayê ye. Û hinceta girtinê jî madeya 41’an e. Brîtanyayê di sala 2023'yan de Qanûna Ewlekariya Neteweyî kir meriyetê. Dema ku ev qanûn hat derxistin, qanûna terorê jî weke şaxek lê zêde kirin. Li gorî vê qanûnê, ji polîsan re însiyatîfek berfireh tên dayîn û bêyî ku delîlên şênber hebe jî mafê pirsîna bêsînor tê dayîn. Di vê derbarê de çalakvanên Kurd li ser esasê vê qanûnê hatine binçavkirin.

Has, da zanîn ku operasyon bi awayekî koordîne hatiye amadekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Hêzek bêyî serûber hate bikar anîn. Siyasetmedar û aktivîst ji piştê ve kelepçekirî tên binçavkirin. Çima saet di 3’yan da? Ev yek dibe sedema aciziyeke cidî. Navên ku tên naskirin ev in. Dixwazin li vê derê tirsê li nava civaka Kurd belav bikin."