Şehîdê Erka Xweparastinê Dîbo Mihemed Çawîş li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dîbo Mihemed Çawîş ê li goristana Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dîbo Mihemed Çawîş ê li goristana Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê hate veşartin.
Bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Minbicê cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Dîbo Mihemed Çawîş ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a rojavayê bajar ve çûn.
Li goristana şehîdan hêzên Erka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist û beşdaran jî deqeyeke rêz girt.
Piştre endamê Hêzên Erka Xweparastinê yên Minbicê Xelîl Silo axivî û got: "Bi saya şehîdan yekitiya me ya li dijî dijminê mirovahiyê misoger dibe. Şehîd Dîbo Mihemed Çawîş wekî rêhevalên xwe tê koşiya û rêya azadiyê girt, di heman demê de bi fedekariyên xwe efsaneyên qehremaniyê nivîsandin."
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Werdê Ehmed got: "Em îro li pêşberî çavên dijmin birûmet disekinin, her wiha ji bo rêzdayîna ji rihên şehîdan re ku ji bo xaka vî welatî canên xwe feda kirin, em disekinin."
Dûvre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mihemed Qebirtay bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê axivî û ev xal rêz kirin: "Şehîd pêşeng û meşeleya ku rêya me ronî dikin da ku em ber bi projeya demokratîk û azad ve biçin, ji lewma em çiqasî behs û wesif bikin em ê nikaribin mafên şehîd bidin."
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî bi navê Rêveberiya Xweser axivî û hemû şehîd bi bîr anîn, li aliyekî din jî îşaret bi girîngiya hevgirtina gelê herêmê kir da ku parastina xwe bikin û ev lê zêde kir:"Zarokên me yên hemû pêkhateyan ji bo vî welatî canên xwe feda kirin."
Piştî axaftin bi dawî bû, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Şehîd Dîbo Mihemed Çawîş di nava slogan û tililîyên dayikan de hate veşartin.