ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bi wesîleya 27'ê Mijdarê ji gerîla re axivî û got, eger polîtîkayên zextê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî Rêber Apo bi dawî nebin, wê encamên wê giran be.

Çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyan wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

KCDK-E'yê nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK'ê da û diyar kir ku qedexe li pêşiya çareseriyê asteng e, lewma divê bê rakirin. KCDK-E'yê bang li gel jî kir ku bi ruhê seferberiyê têbikoşe.

Çalakiyên ji bo rojnamevanên ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatine binçavkirin, wê bêne şopandin.

Canan Kepenç diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê ya faşîst herî zêde êrîşê dibe ser destketiyên jinan û got, ji ber ku sîstema 'hevserokatiyê' li dijî sîstemê weke gefekê dibîne, qeyûman li şaredariyan bi cih dike.

Sala 47'an a damezrandina PKK'ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi coşeke mezin tê pîrozkirin.