Hêzên ewlehiyê serdana kampa koçberên Serêkaniyê kirin

Endamên YPJ, YPG, QSD, Meclîsa Leşkerî, Meclîsa Suryaniyan, Dîsîplîna Leşkerî, Erka Xweparastinê û Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo Cejna Qurbanê serdana kampa koçberên Serêkaniyê kirin.

Endamên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclîsa Leşkerî, Meclîsa Suryaniyan, Dîsîplîna Leşkerî, Erka Xweparastinê û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana kampa koçberên Serêkaniyê kirin.

'DAXWAZA SEREKE AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û RIZGARKIRINA BAJARÊN DAGIRKIRÎ YE'

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayda Sama diyar kir ku li gel zor û zehmetiyan jî xelkê Serêkaniyê bi biryardarî li hemberî şert û mercên koçberiyê li ber xwe didin û got, "Di binê konan de Cejna Qurbanê pêşwazî kirin. Daxwaza sereke ya gelê me ew e ku rêberê netewreya demokratîk Abdullah Ocalan azad bibe û di demeke kurt de li bajarê xwe cejna xwe pîroz bike. Hêviya gelê me mezin e, ji ber vê jî li dijî her cûre astengî û zehmetiyan li ber xwe dide. Heta dawî jî em li pey doza şehîdên xwe de bin."

Endamê Meclîsa Leşkerî Birûsk Hesekê Cejna Qurbanê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê pîroz kir û got, "Bi rastî jî li gel êş û zehmetiyan jî gelê me ji bo rojên azad bibînin têdikoşe. Têkoşîna gelê me hêviyên rojên azad di dilê me de zêde kir. Xwesteka gelê me yê Serêkaniyê vegera li bajarê xwe ye. Ev daxwaza gel ji bo me erka sereke ye ku em bi cih binîn. Wê ev jî bi îradeya gelê me û hêzên me pêk were."

Endama YPJ'ê Necbîr Îsa jî bi bîr xist ku ew cejna xelkê xwe yê Serêkaniyê ku warê wan hatiye dagirkirin li kampê pîroz dikin û got, "Xelkê me yê koçberbûyî bi têkoşîna xwe dibe hêzeke mezin ji bo me. Di heman demê de ev rewşa ku ew tê de ne li me gelekî zehmet e. Ji ber li bajarê Hesekê hem pirsgirêka avê hem ji ya kehrebeyê heye ku gelê me dixe nava zor û zehmetiyan. Ji ber ku ne tenê şertên jiyanê em weke gel bi qirkirineke nijadî re rû bi bû ne. Rastiyek heye ku dijminê me dewleta Tirk a mafya û çeteyan li ser xaka ne tenê pêwîstiyên jiyanî qut dike, her wiha hewl dide hebûna me tune bike. Tevî van hemû astengiyan jî çi ji destê me were em wek şervanên vî gelî ji bo gelê xwe heta dawiyê em ê têbikoşin. Em ê heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe de bin. Em ê jî weke hevrêyên xwe yê şehîdan ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda bikin."

'EM Ê HÊVÎ Û DAXWAZÊN GELÊ XWE PÊK BÎNIN'

Endamê Erka Xweparastinê Mistefa Til Berak jî wiha axivî: "Peşwaziya gel ji bo me bû cihê kêfxweşiyeke mezin. Ji ber ev gel rastî gelek zehmetiyan hatiye. Lê dîsa jî bi dilekî germ Cejna Qurbanê pêşwazî dike. Hêviya wan a rizgar kirina bajarê Serêkankaniyê ye ku ev hêvî hêzeke mezin dide me. Herî dawî jî cejnê li gelên Rojava û Sûriyeya Demokratîk pîroz dikim."

Endamê Disiplîna Leşkerî Berxwedan Hesekê jî cejn li gelan pîroz kir û wiha got: "Hêviya gelê Serêkaniyê ji bo vegera warên xwe mezine. Hêviya wan ji şervanên YPG û YPJ heye. Ji ber ku ji zarokên xwe bawerin, ev jî hezekê mezin dide me. Erk û wezîfeya me ye ku em hêvî û daxwaza gelê xwe pêk bînin. Em ê vê daxwaza gelê xwe pêk bînin."

ŞÊNIYÊN SERÊKANIYÊ: EM Ê TI CARÎ JI RÛMET Û AZADIYA XWE TAWÎZÊ NEDIN

Ji şêniyên kampa Serêkaniyê Ebû Ehmed jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdana hêzên leşkerî û malbatên şehîdan anî ziman û got, "Malbatên şehîdan ên ku serdan kirin, ew bi xwe jî li kampa Serêkaniyê ne. Ew jî bi me re di nava zor û zehmetiyên giran de ne. Tevî hemû êş û zehmetiyan jî serdana malbatên şehîdan em kêfxweş kir. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin da ku heta em mafê xwe bi dest bixînin û azadiya serokê xwe Abdullah Ocalan misoger bikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ev zilma ku dewleta Tirk a mafya û çateyan tu caran ji bîr nakin, ji ber di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de em koçber bûne. Me li vê xakê 12 hezar şehîd dane û em soz didin şehîdên xwe ku li pey şopa wan bin û armanca wan a azadiyê pêk bînin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û têbikoşin da ku dijminê xwînxar ji xaka xwe de derxînin. Em ê ti carî ji rûmet û azadiya xwe tawîz nedin."