HRE'yê ji bo şehîdgeha Efrînê lê da: 12 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn, Bab û Ezazê li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 12 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 16 û 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, 16'ê Tîrmehê li gundê Elemdara ya navçeya Raco, yekîneya Şehîd Avesta çalakiyeke sabotjê li dar xist.

Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

HRE'yê diyar kir ku 18'ê Tîrmehê li bajarê Efrînê li taxa Vîlat çalakiya sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de jî wesayiteke dagirkeran hate teqandin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniyê de ji bo çalakiya 19'ê Tîrmehê jî ev agahî hate dayin:

"Li herêma Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 wesayitên bi dokça hatin teqandin. Di encamê de bi qasî ku hate zelalkirin 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê li gundê Kilibrîn a navçeya Ezazê di çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû."

Di daxuyaniya HRE'yê hate ragihandin ku ev çalakî ji bo tolhildana ji nêzîkatiya dermirovî ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî şehîdgeha Efrînê hatine lidarxistin.