Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna li Tirkiyeyê veke."
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di encama têkiliyên aborî û siyasî yên Elmanyayê yên bi Tirkiyeyê re di sala 1993'an de hikumeta Elman a wê demê li ser daxwaza dewleta Tirk biryareke siyasî wergirt, karên PKK'ê yên li Elmanyayê qedexe kir. Ev qedexe hem Kurdan krîmînalîze dike, hem li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk asteng e, hem jî pêşî li komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê vedike.
Divê êdî bê zanîn, hem li Kurdistanê hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê şert û merc guherî ne. Nêzîkatiya bi rêbazên berê li meseleyan dibe sedem ku pirsgirêk hîn kûr bibin û pêşî li azadî û demokrasiyê digire.
PKK TEVGEREKE KU BÛYE GEL
Pêşengê têkoşîna azadiyê ya Kurd PKK 47 sal in bûye tevgerek ku pêşî li azadiyê vedike û di vê oxirê de berdêlên mezin dide, bi vî rengî bûye gel. Tevgereke ku li Rojhilata navîn jiyana demokratîk û hevpar, azadiya jinê û jiyana hevpar a ji bawerî û nasnameyên cuda diparêze. Bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê re li dijî tarîtiya serdema navîn destketiyên girîng bi dest xist. Dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê bi taybetî jî li Elmanyayê hem pêşketina demokrasiyê asteng dike, hem jî pêşî li dîktatorê bi mejiyê DAÎŞ'ê Erdogan vedike, krîz û kaosa li herêmê kûr dike.
Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê sala 2018'an û Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020'î biryar dan ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst bê nirxandin, PKK divê di çarçoveya hiqûqa şer de bi statuya aliyekî şer bê dîtin.
Li gel van biryarên hiqûqî dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê hem binpêkirina hiqûqê ye, hem jî tinehesibandina wijdanê mirovahiyê ye. Di heman demê de astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Divê bê dîtin ku ev qedexe pêşî li dewleta Tirk a dagirker vedike ku li Rojava, Şengal, Başûr yanî li tevahiya Kurdistanê komkujiyan bîne serê Kurdan, lewma jî divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.
Ev daxwaz ne tenê daxwaza Kurdistaniyan, sazî û gelê Kurd e. Daxwaza derdorên cuda yên civakî yên li welatên cuda ye, ku li parlamentan, li konferansan, li kongreyan û li kolanan di çalakiyan de tê ser ziman. Dem êdî hatiye; divê qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin û ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.
Gelê Kurd xwedî li vê têkoşîna PKK'ê derdikeve ku têkoşîna herî demdirêj a azadiyê ya Kurdan e û di vê oxirê de bi hezaran kes şehîd bûne. Gelê Kurd ê li Ewropayê ku çepereke girîng a vê têkoşînê ye, li gel qedexeya 31 salan jî meşa xwe ya xwedîderketina li vê îradeya xwe dewam dike.
LI DIJÎ QEDEXEYÊ BANGA SEFERBERIYÊ
Tevgera PKK'ê ya bi pêşengiya Rêber Apo tevgereke mezin a azadiyê ye ku bûye malê bi milyonan mirovî. Li dijî qirkirina Kurdan bi dayina berdêlên mezin çeperên girîng hatin bidestxistin. PKK ku êdî bûye tevgereke azadiyê ya navneteweyî û paradîgmaya Rêber Apo ji aliyê gelên cîhanê ve tê dîtin û xwedî li wan tê derketin. Di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ev rastî bi şênberî diyar bûye.
Ev meşa bi rûmet a têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi pêşengiya Rêber Apo rêya me ronî dike. Di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ji bo mezinkirina têkoşînê û nîşandana sekneke bi biryar a li dijî qedexeya li ser PKK'ê em bang dikin ku bi ruhê seferberiyê têkoşîn bê bilindkirin."