PDK li Deriyê Sêmalka çi miemelê bi Kurdan dike?

Li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbeyna Rojava-Başûrê Kurdistanê de ku ji 2013'an û vir ve tim pirsgirek lê heye, vê carê jî bi tifaqa MÎT-PDK'ê hin gavên din têne bicihanîn.

Li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbeyna Rojava-Başûrê Kurdistanê de ji 2013'an û vir ve tim pirsgirek lê heye. Li deriyê sînor ku tim tê girtin vê carê jî rêveberiya PDK'ê hin gavên din cih tîne.

Ev gav tifaqa PDK-Dewleta Tirk destnîşan dike, ku ev gav piştî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê hatine avêtin.

Deriyê Sêmalka ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê yek ji deriyê girîng e, li sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê ye. Ev derî ku her wiha deriyê bazirganiyê ye jî,  derman, malzemeya tibî, zad jî jê derbas dibe.

Her wiha ji bo tedawiya nexweşên ji Rojava jî deriyê Sêmalka deriyê jê derbasbûnê ye. Ji ber vê jî pir girîng e. Di şerê dijî DAÎŞ'ê de yên ku birîndar dibin ji bo tedawî bibin diçin Başûrê Kurdistanê.

Mirovên ku dixwazin ji Rojava derbasî Başûr bibin çi tê serê wan? Mirovên ku xebatên wan ên Deriyê Sînor ê Sêmalka qediyan, belgeyên wan pêşî dişînin rêveberiya Pêşxabûrê û tê payin ku bersiv were standin. Piştî ku bersiv tê, tê xwestin ku biçin aliyê dî yê sînor ango ji bo ku biçin Pêşxabûrê diçin cem rayedaran û forman dadigirin.

Piştî form tê teslîmkirin kesên têkildar, pirsên ne di formê de dipirsin. Piştre yek diçe odê. Li vir du kes bi dehan pirsan dipirsin. Dema ku bersiv neyê dayin jî an heqerat li wan tê kirin û gef li wan tê xwarin ku careke dî nikarin ji sînor derbas bibin. Tê texmînkirin ya ku rapirsînê dike Îstîxbarat Tirk (MÎT) e.

Her wiha bi kêfî bi saetan têne sekinandin. Ji hin mirovan re tê gotin forma ku hatiye dagirtin wê çend rojan were kontrolkirin û tê xwestin mirov vegerin û piştre werin.

Di formê de pirsên pir cuda hene. Navê bavê kalikê dê, navê kalikê hevserê mirov, navê eşîrê, koka etnîk adrêsa wan a berê. Pirsên wiha weke xaçepirsê ji mirov tê kirin.

Welatî dibêjin ji van nêzîkatiyan pir tengezar dibin lê ji bo ku mecbûr in derbas dibin û wiha dibêjin: ''Em jî Kurd in. Xwedêgiravî ew jî Kurd in. Çi tînin serê me, hişê me nagire. Çima wiha li me dikin. Bes e êdî. Tiştên ku li ti devera cîhanê nabe tê serê me. Li welatên din vîzeyê jî naxwazin lê dema ku ji parçeyekî welatê xwe diçin parçeyê din çi tê serê me.''

Ciwan û jinên ku ji sînor derbas dibin ji nêzîkatiya rêveberiya PDK'ê pir aciz in. Ciwanekî ji Rojava ku ji Pêşxabûrê xwestî derbasî Sêmalkê bibe, dibêjin, ji bo ku gotiye, 'heval', lê dane.

Ên ku ev nêzîkatiyên deryasayî yên PDK'ê dînin van gavên PDK'ê şermezar dikin û dixwazin ev pirsgirêk demildest bêne çareserkirin.

Asteng dikin ku şervanên QSD, YPG, YPJ di şerê dijî DAÎŞ'ê de birîndar bûne biçin Başûr û tedawî bibin. Asayîşa PDK'ê, kesên ku dixwazin derbas bibin asteng dike. Li Başûrê Kurdistanê kesên ku alîkarî didin birîndaran jî, PDK gefê li wan dixwe.

Ji ber ku Deriyê Sînor ê Til Koçer girtiye ambargoyek li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê heye û heke Deriyê Sînor ê Sêmalka jî were girtin zor û zehmetî wê werin jiyîn.  Rêveberiya Rojava piştî van nêzîkatiyan Hezîrana bihurî biryar li ser da ku derî bigire.  Lê yên ku nedîtin ku rêveberiya Rojava vê qebûl nake û ji ber vê derî girtiye bi gotina ,'Dixwzin deriyê Rojava bigirin' xwestin meselê bikin bara rêveberiya Rojava. Rayedarên Rojava jî dibêjin, ''Em dixwazin gelê me bêyî ku rûmeta wan were şikandin bikaribe biçe û were.''

Rêveberiya Sêmalka sedema girtina deriyê sînor wiha vegotibû:

1-Rêwî mecbur têne hiştin ku forma bi agahiyên îstîxbarî dagirin. Mirovên nû zewicî, nexweş jin 48 saetan li hêviya pejirandina Baş^Şurê Kurdistanê dimînin. Gelek rêwî mecbûr in ku bi lezgînî derbas bibin. Mînak nexweşên pençeşêrê li Başûr tedawiya wan nayê kirin. Her wiha kesên ku wê bizewicin ji ber ku wê serî li serafretxaneyan bidin divê derbas bibin. Her wiha kesên ku wê ji Kobanê û Şehbayê bêne sînor û derbas bibin heta ku karê wan were qedandin divê li Qamişlo bisekinin.

2-Rêwiyan bi saetan li deriyê sînor têne sekinandin. Rapirsîna wan tê kirin.

3-Birîndarên ku ji bo tedawî bibin diçin Başûr nêzîkatiya dermirovî li wan tê kirin. Ji pêvajoyên rapirsîna îstîxbarî derbas dibin. 

4-Kesên ku derheqê xwe formê li driyê sînor ê Xabûrê nadeynin nahêlin ku kes bi rengekî lezgînî derbas bibin.