BI DÎMEN

Salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Atînayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Atînayê salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Li bajarê Atîna yê Yewnanistanê Kurdistanî û dostên xwe li hev civiyan û bi çalakiyeke girseyî salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Pîrozbahî li ser Girê Strefi yê li navenda bajêr pêk hat û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Atînayê Mazlûm Amed axivî. Mazlûm Amed got, "Em salvegera damezrandina partiya xwe li her derê bi coş pîroz dikin. Cejna partiya xwe di serî de li Rêber Apo, hemû hevrêyan, gerîlayan, jin û ciwanan pîroz dikin. Hemû şehîdên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin."

Di pîrozbahiyê de hunermend Sîmar û Îbo Qamişlo jî Rêber Apo, PKK, gerîlayên Kurdistanê, berxwedêrên li zindanan silav kirin û hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi stranên berxwedanê, govend û dirûşman bi dawî bû.