Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'î hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'î hatine kştin, 2 jê birîndar bûne.

QSD'ê encamên operasyona hêzên Antîterorê yên bi desteka koalîsyona navnetewî ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Hêzên Antîterorê bi desteka hêzên koalîsyona navnetewî li gundê Xirbêt Camûsê yê rojhilatê Hesekê li dijî hicreyên DAÎŞ'ê ku berpirsê rûdanên suîkastê yên li ser sivîlan bûn operasyonek kirin. Dema operasyonê ji ber ku endamên hicreyan xwestin birevin şer derket. Di şer de şervanekî me şehîd ket. Piştî şer hêzên koalîsyona navnetewî li dijî endamên çeteyan bi du moşekan êrîşa hewayî pêk anî. Di encama operasyonê de 2 endamên çeteyan hatin kuştin, 2 jê sax filîtîn.

Hêzên me li cihê rûdanê dema ku lêkolîn kirî cenazeyê zaroyekî dîtibû. Hêzên me ji bo ku sedema mirina zarok zelal bike wê çeteyên ku destgîr kiribûn lêpirsîna wan bike.''