Nasnameya 2 şehîdên QSD’ê hatin eşkerekirin
QSD`ê bi daxuaniyeke nivîskî nasnameyên du şervanên QSD`ê ku li gundewarê Hesekê û navçeya Eyn Îsayê di têkoşîna li dijî terorê û dagirkeriyê de şehîd bûne, eşkere kir.
QSD`ê bi daxuaniyeke nivîskî nasnameyên du şervanên QSD`ê ku li gundewarê Hesekê û navçeya Eyn Îsayê di têkoşîna li dijî terorê û dagirkeriyê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 2 şervanên QSD’ê yên di 19-21’ê Tîrmeha 2021’ê de şehîd bûbûn eşkere kir.
QSD`ê têkildarî mijarê ev agahî da:
“Hêzên me bi biryardarî şopandina şaneyên terorîst ên DAÎŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Hêzên me soza xwe ji bo parastina şêniyên herêmê ji êrişên DAÎŞ’ê dubare dike. Fedekariyên şervanên me yên leheng misgogeriya yekemîn û destpêkê ya serkeftina li djiî terorê û dagirkeriyê ye û misogeriya parastina ewlehî û aramiya li herêmê ne.
Em îro bi serbilindî nasnameyên du rêhevalên xwe radigihînin, ku dema erka xwe ya nîştimanî û exlaqî ya parastina herêmê û şêniyên wê pêk dianîn gihîştin asta şehadete.
Şehîd Mehmûd Kobanê endamekî pispor ê Yekîneyên Antî-Teror (YAT) ye, di dema şopandina şaneyeke terorîst a DAÎŞ’ê li gundewarê rojhilatê bajarê Hesekê gihîşt asta şehadete. Mehmûd ji şervanên leheng bû ku zêdetirî 8 salan ji dema tevlêbûna wî nava refên me bi fedekariyeke bêhempa kar kir û di piraniya şerên li dijî DAÎŞ’ê û dagirkeriya Tirk de cih girt. Kêliyekê jî ji pêkanîna erka xwe gav paşde neavêt û heta dawiyê ji bo parastina sivîlan û ji bo welatê xwe li ber xwe da û şehîd bû.
Rêheval Ronî Serhad dema ku bersiva êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê dida, şehîd bû. Tevî hemû şert û mercên zehmet jî, Ronî mînaka lehengî, berxwedan û lehengiya hêzên me di têkoşîna li dijî teror û dagirkeriyê de bû.
Em Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) em bi lehengî û dilsoziya rêhevalên xwe yên şehîd serbilind in. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û em soza şopandina rêya wê heta pêkanîna serkeftinê li dijî terorê û qewitandina dagirkeran ji xaka xwe, dubare dikin.”
Nasnameya şervanên şehîd wihan ne:
Nasnav: Mehmûd Kobanê
Nav û Paşnav: Mehmûd Hemze
Navê Bav: Necmedîn
Navê Dayikê: Xaziyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Hesekê- 21/07/2021
***
Nasnav: Ronî Serhad
Nav û PAşnav: Ridwan Tot
Navê Bav: Elî
Navê Dayikê: Xedîce
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa- 19/07/2021