Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bîlançoya êrîşan eşkere kir

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê di meha Tîrmehê de zarokek qetil kirin, 4 sivîl birîndar kirin û got: “16 çeteyên Mertala Firatê kuştine.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de, eşkere kir.

Li gorî navendê dewleta Tirk a dagirker gundên El-Bû Xar, Kûrhiyûk, Kawiklî, Qir Wêran, Yanlî, Camûsiye, Dindeniye, Siyade, Um Edesê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Mihselî, Ewn Dadat, Tuxara mezin, Tuxara biçûk, Cat, Hisan û Hoşeriye yên li seranserî eniya bakur kirin hedef.

Navendê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li gundên li ser eniya di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de êrîşî gundewarê Minbicê kir.

Navendê diyar kir ku baregehên dewleta Tirk wiha ne: baregehên Qîrata, Tuxar, Ereb Hesen biçûk, Yaşlî, Şêx Nasir, Kerbeclî, Hemra û Girêdiye.

Navendê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 560 topan malên sivîlan û zevî topbaran kirin.

Di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de 16 çeteyên Mertala Firatê hatin kuştin.

Navendê destnîşan kir ku di wê bersivdayînê de 5 çeteyên Mertala Firatê birîndar bûne, 5 hewldanên derbasbûna herêmê têk birine, wesayîteke doçka û 2 topavêj ruxandine û kilanşîkovek desteser kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 13 caran malên sivîlan bi çekên sivik û navîn kirine hedef. Di encamê de 5 mal wêran bûne. Her wiha 4 sivîl birçndar bûn, zarokek jiyana xwe ji dest da û darên gundên Siyade û Dendeniye şewitîn.

Navendê di dawiyê de îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê û koçberkirina şêniyên resen van êrişan pêk tîne.