Cenazeyê 3 şehîdan li Kobanê hate veşartin

Mihemed Îbrahîm (Alan Kobanê), Ebdullah Miho (Ocalan) û Diyar Hemê (Çavreş) ên ku di dema perwerdehiya leşkerî de li Çemê Firatê de xeniqîn, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Mihemed Îbrahîm (Alan Kobanê), Ebdullah Miho (Ocalan) û Diyar Hemê (Çavreş) di dema perwerdehiya leşkerî de li Çemê Firatê de xeniqîbûn û şehîd bûbûn.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmê cenazeyê her sê şehîdan li goristana Şehîd Dicle spartin axê. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîş Xunav Mihemed axivî û got: "Ciwan ji bo perwerdeyê çûbûn kampê da ku fêr bibin bê çawa di pêşerojê de hişmendiya ciwanan biguherin û li dijî şerê taybet ê ku aliyên dijber li dijî ciwanan û gelê herêmê dide meşandin bisekinin, lê şehîd bûn."

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya navçeya Şêran Letîfe Mehmûd got: "Serê xwe bilind bikin hûn îro mêvanên şehîdên azadiyê ne, rondikên dayikên we rondikên me ne û êşa wan jî êşa me ye.”

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî mabatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.