Li Kobanê 3 şehîd hatin veşartin
Şehîd Mistefa Mistefa (Dêrsim Mûnzir), Xidir Mistefa (Xidir Kobanê) û Alîn Mudrîs (Nûjîn Ararat) li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin.
Şehîd Mistefa Mistefa (Dêrsim Mûnzir), Xidir Mistefa (Xidir Kobanê) û Alîn Mudrîs (Nûjîn Ararat) li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin.
Şervanê YPG’ê Mistefa Mistefa (Dêrsim Mûnzir), Endamê Hêzên Ewlekariya Hindurîn Xidir Mistefa (Xidir Kobanê) û Endama Hêzên Antî-Teror (YAT) Alîn Mudrîs (Nûjîn Ararat) ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin.
Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.
Şahîn wiha got: "Bi sedema nasnameyê gelê Kurd dibe hedef:. Delîlê vê yekê jî komkujiya li Konya û êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê ye."
Şahîn da zanîn ku wê gelê Kurd li hember hewldanên qirkirinê bisekine û dijmin têk bibe û wiha pêde çû: "An em ê wek tevahî gelên cîhanê bi azadî û rûmet bijîn, an jî em ê her tim bi qirkirinê rû bi rû bin."
Piştre ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê Sozdar Şêxo axivî û got ku dewleta Tirk a faşîst li her deverê gelê Kurd dike hedef.
Sozdar Şêxo anî ziman ku gelê Kurd wê li hember hewldanên qirkirinê li ber xwe bide û li ser şopa şehîdan heta serketinê bimeşe û wiha gotina xwe domand: "Dagirkeriya Tirk tevahî şoreşên ji bo azadiya Kurdan rabûne têk birin. Lê vê carê nikare vê şoreşê têk bibe."
Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Heson diyar kir ku dijminê gelê Kurd hemû siyaseta xwe ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne.
Macîde Heson anî ziman ku şehîd tirs û xof xiste nava dilê dijmin. Lewre divê gelê Kurd li pey şehîdan bimeşe û bibe xwedî projeyekê ku dijmin têk bibe.
Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. piştre şehîd bi diruşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.