Dagirkeran li Zirgan û Til Temirê 2 jin birîndar kirin- NÛ BÛ
Hate diyarkirin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Til Werd a Zirganê û Til Temirê de 2 jin û du leşkerên Şamê birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Til Werd a Zirganê û Til Temirê de 2 jin û du leşkerên Şamê birîndar bûne.
Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Til Werd a Zirganê jinek birîndar bû.
Hate zanîn ku jina birîndarbûyî rakirin nexweşxaneya Til Temirê.
LI TIL TEMIRÊ JÎ JINEK Û 2 LEŞKERÊN ŞAMÊ BIRÎNDAR BÛN
Dewleta Tirk a dagirker bi awayeke giran Til Temir da ber bombeyan. Hate gotin ku di vê êrîşê de 2 leşkerên Şamê û jinek birîndar bûye.
Her wiha li gorî agahiyan hat zanîn ku di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundên Til Temirê pêkanî de, li gundê Um El Kêfê 2 leşkerên hikumeta Şamê û jineke pîr birîndar bûn.
Hate diyarkirin birîndar rakirine nexweşxaneyan.