Li Til Rifetê bi hezaran kesan êrişên dagirker protesto kirin
Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan.
Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan.
Bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin" bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkerî û li hemberî êrişên wê yên li ser herêmê daketin qadan.
Şêniyan bi wêneyên şehîdan, pankartên " Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin" û "Efrîn rûmeta me ye’, ‘Em hemû ji bo Efrînê fedayî ne" ji rêya sereke ya navçeya Til Rifetê dest bi meşê kirin.
Meş li çerxerêya navçeyê veguherî mîtîngê û deqîqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan axivî û anî ziman ku hemû dewletên hegemon destek da dewleta Tirk a dagirker dema da ku Efrînê dagir bike.
Henan diyar kir ku şêniyên Efrînê berxwedana xwe li kantona Şehbayê didomînin heta ku Efrîn rizgar bike û serî ji siyasetên dewletên komploger re natewînin û wiha domand: "Ji roja dagirkirina Efrînê ve dagirker sûc û binpêkirinên xwe li djiî şêniyan didomîne, komkujiyan li djiî koçberên Efrînê yên li Şehbayê pêk tînin, mînake vê yekê komkujiyên li Til Rifet, Aqîbe ya Şêrawa ye."
Li ser navê Meclisa Jina Azad Munîra Mihemed jî diyar kir ku çeteyên ku ji dewleta Tirk re dixebitin bi navê ol şer kirin, sivîl qetil kirin û Sûriye wêran kirin, heman siyasetên hîna didomînin.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.