Dewleta Tirk Til Temirê bombe dike

Dewleta Tirk a dagirker piştî li Eyn Îsa ji heman malbatê bav û 3 zarok qetil kir û şûnde, gundê Derdare ya Til Temirê bombe dike.

Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Derdare ya navçeya Zirgan a dikeve bakurê Til Temirê bombe dike.

Di encama topbaran û hewanan a li ser gund de, ziyanên madî pêk hatiye.

Di êrîşa 2’yê Tebaxê ya li ser bejahiya Til Temirê de, jinek û zarokek birîndar bûbûn.

Di êrîşa 4’ê Tebaxê ya danê sibehê ya li ser malake ya gundê dikeve rojhilatê Eyn Îsayê de, bav Zêcdan El Îsa 44 salî û zarokên wî Ziyad 12 salî û Mûne û Hûda jiyana xwe ji dest dane.