Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Til Temirê daxuyanî da û got ku sivîl tên hedefkirin.
Daxuyaniya Meclîsê wiha ye:
“Demên dawî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên topbaranê li gundewarê Til Temir zêdetir kirine. Roja 4’ê Tebaxê jî ev êrîş li ser gundê Dirdara bi awayek dijwar berdewam kir. Di wan topbaranan de bi taybetî malên sivîlan û dibistanên gundan hatin hedefkirin. Ji ber vê yekê şervanên me di çarçoveya parastina rewa de, roja 4’ê Tebaxê di seetê êvarê de, dagirkerên ku li Girê Menax bi cih bûbûn kirin hedef. Di vê çalakiyê de wesayîteke leşkerî hate ruxandin, 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Topbaran û tevgera balafirên keşfê li ser herêmê berdewam dike. Di wan topbaranan de 2 leşkerên artêşa Sûriye û jinek bi navê Fiteyim Qetûf El Elî brîndar bûn. Çeteyên dagirker her wiha ji bo hêzên xwe yên ser sînor teqwiye şandine û amadekariyên êrîşê dikin.”