Dewleta Tirk li Eyn Îsa komkûjiyek pêk anî

Artêşa Tirk a dagirker mala Xelef Zeyd Îsa a li gundê Sefawiyê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kirin hedef û ji malbatê 4 kes hatin qetilkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsa komkujiyek pêk aniye.

Di êrîşê de 4 endamên malbatê  Zeyd Xelef El-Îsa (44) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda hatine qetilkirin.

Têkildarî çarenûsa dayikê û zarokekî din ê malbatê, agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Duh, gundê Sefawiyê ya 3 kêlometre dikeve rojhilatê depoyên Şergirak a başûrê rêya M4 bi çekên giran hatibû topbarankirin.