Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî komkujiya duh a dewleta Tirk a li gund Sefawiyê ya Eyn Îsa ku ji heman malbatê 4 kes qetil, dayik û keçek birîndar kirin daxuyaniyek da.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker sûceke din li rêzesûcên xwe yên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Tankên dewleta Tirk duh gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê yê tijî sivîl û koçberên Girê Spî, topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl ji malbatekê şehîd bûn ku 3 ji wan zarok bûn.
Ev sûcê hov teqez dike ku dewleta Tirk bi îsrar e ku şer û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen bidomîne, da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk bi vê yekê lihevkirinên berê yên bi dewletên herêmî yên têkildar re û di sêrî de Rûsya û Amerîkayê re, binpê dike.
Em vê sûcê şermezar dikin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelê xwe re dixwazin. Em bang li hêza garantor Rûsya dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û binpêkirinên dewleta Tirk rawestîne. Em piştrast dikin ku em ê mafê xwe yê parastina rewa û parastina gel û herêmên xwe li dijî wan destdirêjiyan pêk bînin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bişopînin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.”