Cenazeyê şehîd Îbrahîm Tûrgût hate veşartin
Yek ji Fermandarê Partiya Komunîst a Şoreşger Îbrahîm Tûrgût, bi merasîmeke li Goristana Şehît Xebat Dêrik hate veşartin.
Yek ji Fermandarê Partiya Komunîst a Şoreşger Îbrahîm Tûrgût, bi merasîmeke li Goristana Şehît Xebat Dêrik hate veşartin.
Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê li pêşiya nexweşxaneya şehîd Hogir kom bûn da ku tev li merasîma veşartina şehîd Ibrahîm Turgut (Xalid Ebû Rûken) bibin. Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneyê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê, ji fermandarên Partiya Komunîst a Şoreşgerî Tofan Bîrkeleş axivî û got: “Em heta ku azadiyê bi dest bixin û gelên azadîxwaz ji zilmê xilas bikin, divê em têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran û faşîstan mezin bikin.”
Tofan wiha domand “Şehîd Xalid Ebû Rûken di salên 1980’î de tev li hêz û partiyên şoreşgerî bû. Li Filistîn şer kir û têkoşiya. Paşê tev li şoreşa Rojava bû û li dijî çeteyên DAÎŞ û dewleta Tirk a faşîst şer kir.”
Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif axivî û sersaxî da hevalên şehîd û got: “Şehîd Xalid Ebû Rûken di oxira parastina nirxên mirovahiyê û azadiyê û rizgarkirina gelan şehîd bû.”
Perwîn destnîşan kir ku şehîd Xalid Ebû Rûken ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin, lê wî tu carê dev ji têkoşîna xwe bernedaye.
Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî hevalên wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd cenazeyê Xalid Ebû Rûken spart axê.