Îstîxbarata Tirk li Efrînê 20 sivîl revandin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku servîsên îstîxbaratî yên Tirk li Efrînê 20 sivîl revandin û navê 3 kesên hatine revandin, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî bi destûra servîsên îstîxbaratî yên Tirk li Efrîna dagirkirî bi dehan sivîl hatine revandin.

Çeteyên El Hemze yên di bin rêveberiya dewleta Tirk de li gundê Xulalka 20 sivîl revandin.

Hate gotin ku çeteyan êşkence li gundiyan kirin û birin navendên xwe.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku Azad Horîk Hebel (27), Selah Reşîd Horo (37) û Selah Reşo (38) hatine revandin.

8’ê Tebaxê roja Yekşemiyê jî Efrîniyê bi navê Mihemed Xelîl Hec Hisên û hevjîna wî ku navê wê nehat zanîn, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin. Aqubeta her duyan jî nayê zanîn.

Ji meha Adara 2018’an û şûnde li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye rejîmek yê terorê hatiye avakirin. Efrîn bûye qadeke ku bi awayekî sîstematîk sûcên şer ên wekî revandina mirovan, înfaz, êşkence, talan û koçberiya bi darê zorê tê kirin.