Dewleta Tirk dibistana gundekî Zirganê bombe kir

Dewleta Tirk a dagirker bombe li dibistaneke ya gundê Zirgan a dikeve bakurê Til Temirê barandin.

Artêşa Tirk a qirker dibistana gundê Til El-Werd bi çekên giran topbaran kir.

Duh jî dewleta Tirk li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa li gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê, komkujiyek pêk anî. Di encama wê de bav û 3 zarokên wî şehîd bûn û dayik û keça xwe ya mezin jî bi giranî birîndar bûn.

Topbarana dewleta Tirk li ser gundên navçeya Til Temirê, Eyn Îsa, Zirgan, bajarê Minbicê û Kantona Şehbayê zêde dibe.