Dewleta Tirk bombe li gundên Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan êriş bir ser gundên Meyas û Birc Qas ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê.
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan êriş bir ser gundên Meyas û Birc Qas ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê.
Li gorî agahiyan, êrişê li gorî dema herêmî saet di 08:45'an dest pê kir. Êriş li ser gundên Meyasê û Birc Qasê yên navçeya Şêrawayê pêk hat, lê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dewleta Tirk hefteyên dawî êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa, Til Temir û kantona Efrînê zêde kir. Di van êrişan de ku li dijî sivîlan û wargehên sivîlan tênekirin, sûcên giran ên şer hatin kirin.
4'ê Tebaxê li gundê Sefawiyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê di encama bombardûmana li malekê hate kirin bav û sê zarokên wî jiyana xwe ji dest dabûn, dayik û zarokên din jî birîndar bûbûn.