Êrişa dewleta Tirk a li ser Minbicê hate şikandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên şeva Sêşemê hatin şikandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên şeva Sêşemê hatin şikandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe şeva Sêşemê êriş kirin. Li gorî daxuyaniyê êriş hatin şikandin.
Di daxuyaniyeke cuda de jî hate ragihandin ku dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li Qiratayê bi topan êriş bir ser gundên Hoşeriyê û El Catê yên li bakurê Minbicê.