Dewleta Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe berfireh bike sivîlan dikuje

Di êrîşên Tirk û çeteyên wê de bi sedan sivîl hatin kuştin, bi sedan jê birîndar bûn, nexasim gundên ku piranî lê sivîl dijîn dikin hedef.

Piştî ku hêzên DYE'yê 6'ê  Cotmeha 2019'an ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê vekişiya dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dagirker bi ser Girê Spî de dane destpêkirin. QSD'ê bi berxwedanê bersiv da êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Di berxwedana 9 roamn de dewleta Tirk û çeteyên wê derba herî mezin a dîrokî xwar. Hin hêzan jî ku dît dewleta Tirk tengijiya ji bo bikin ku dewleta Tirk ber xwe bibîne tevgeriyan.

Li ser vê, 17'ê Cotmeha 2019'an DYE û dewleta Tirk agirbesta 5 rojî ragihandin. Piştre Rûsya û dewleta Tirk 22'yê Cotmehê li ser agirbestê li hev kirin .Li dawiya vê agirbestê polîsên leşkerî yên Rûsya û zêrevanên sînor ên bi ser Şamê ve wê li ser sînor bihatana belavkirin. Li ser vê 23'yê Cotmeha 2019'an hêzên bi ser hikûmeta Şamê ve li sînor belav bûn. Lê beriya vê peymanê QSD û Şam ji bo ku pêşî li êrîşên Tirk bigirin biryar li ser dan ku hêzen bi ser Şamê ve li rojavayê li Kobanê, Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî bi cih bikin. Li gel ku Şam û Rûsya li qadê jî bûn êrîşên Tirk ên li ser herêmê nesekinîn, Rûsya û Şam li dijî êrîşan ti helwesteke jidil neda.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di van êrîşan de bi taybetî jîgehên sivîl, xaniyên gel û erdên gel dike hedef. Navenda bajêr a Eyn Îsa jî di nav de, li gel gundên li başûrê Girê Spî, gundên li ser xeta rêya M4'ê tim dibe hedefa êrîşên Tirk. Eyn Îsa bajarokekî Girê Sipî ye, ji ber cihê xwe xwedî giringiyeke stratejîk e, Reqa, Minbic û Til Temirê bi ser hev ve girêdide û her wiha rêya Kobanê û Sirinê jî ji vir diçe. Her wiha ev herêma ku M4 lê ye, Helebê, Hesekê, Qamişlo û deriyê sînor ê Til Koçer bi sînorê Iraqê ve digihîne. Gundên Hoşan, Xalidiyê û Dibisê li rojavayê Eyn Îsa li ser rêya M4'ê ne û serwerî rê ne.

Gundê Mieleqê li rojavayê Eyn Îsa, 2 km d3urî rêya M4'yê ku diçe Eyn Îsa, Sirin û Kobanê. Ji ber vê xwedî cihekî stratejîk e. Gundê Seyda 2 km dûrî navenda Eyn Îsa ye û ji ber cihê xwe yê bilind rajorî bajarokê Eyn Îsa ye. Gundên Mişerfê û Cehbel li ser rêya M4'ê ye , ku li Rojhilatê Eyn Îsa diçe ser Til Temirê. Dorpêçkirina van du gundan tê maneya ku Eyn Îsa bi temamî were dorpêçkirin. Gundên Fatsa, Mubarek, Safawiyê, Umil Beremiyê, Şirkê, El Mesûdiyê, Şergiranjî li ser rêya M4'ê ne. Gundên Tilweziyê û Tilweşiya Rojhilat jî li ser rêya M4'ê ne.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo ku ji bo ku serwerî xetên rêyan ên strejîk bibin êrîşê tînin ser van gundan, her wiha bi vê dixwazin ji rojava ve rêya di navbeyna Kobanê, Sirinê û Eyn Îsa de bibirin, ji rojhilat ve jî têkiliya Til Temirê ango qada Cizîrê ji rê qut bikin. Her wiha gundên Susik, Kopirlik, Evdiko, Fırian, Sawan, Qiz Eli, Bir Ereb, Bir Zinar, Kor Hesen, Zenubiye, Erida, Huriyê, depoya genim a Qiz Elî û gundên Leqleqo, Saribê û Xirbit Baqar tim dibin hedefa êrîşên Tirk. Dema ku ev gund bêne dagirkirin jî Kobanê dor lê tê pêçan.

Êrîşên Tirk û çeteyên wan ên li ser gundên Eyn îsa û Girê Spî ev du sal in didomin. Di van êrişan de piraniî gundên ku pirani sivil lê ne, xanî û jîgeh dibin hedef. Armanca dewleta Tirk ew e ku gundan bide valakirin û êrîşên xwe yên li herêmê berfireh bike. Dewleta Tirk bi êrîşa li ser gundê Safawiyê yê li Rojhilatê Eyn Îsa Baba Zeyd Xelef (54) û zarokên wî Ziyad Zeyd Xelef (12), Huda Zeyd Xelef (9), Mûna Zeyd (7) kuştin. Dayik Ziyad Zeyd Xelef (33) û keça wê ya yek salî Sîdra Zeyd Xelef bi giranî birîndar bûn. Lê komkujiya dewleta Tirk a li ser sivîlan tenê bi vê re sînordar nema.

Ji ber êrîşên Tirk heta niha bi sedan sivîl hatin kuştin. Tenê ji 16'ê Mijdarê û wir ve navê hin sivîlan ku di êrîşên Tirk de birîndar bûne: Ebid Xidir Essirhan (7), Mahmud Zêdan Zêdan (3), Odey îsmaîl el ehmed (16), Mihemmed Elî El Ehmed(18), Qusey El Hesen (23), Latîfa Şedad (45), Fehed El Şawax (55), Ebdilrehîm Mihemmed el Hemed (12), Zehra Salih El Simau (18), Necîb İbrahim Hemîd (25), Emîne Necîb (7 aylık), Ezîze Cixêdim (45), Mihemmed Hesen El Mihemmed (39), Edilkerîm Şilaş (47), Ezîz Şewket Bozan (35).

Ji 17'ê Cotmeha 2020'an û wir ve navê hin kesên ku di êrîşên Tirk û çeteyên wan de hatine kuştin: Hetim Zêdan El Misto (7), Mihemmed Xelef Silêman (36), Mistefa Salih El Ehmed (16), Mueyyed Elî El Ehmed (16), Yusuf Ebdo Memo (31), Mistefa Ebdo Memo (55), Ehmed İbrahim Rehim (12), Îmen Salih El Semeu (21), Mehmud Hemîdî El Xelîl (13)

Li gel vê jî heta niha ji ber êrîşên Tirk û çeteyên wê gelek gund ketine halekî wiha ku mirov nikaribin lê bijîn, gelek gundên li başûrê Girê Spî, gundndiyên Mieleq, Seyda, Hoşan û Xalidiyê ne karîn çandiniya xwe bikin û ne jî berê xwe rakin.