Dagirker hewl didin êrişî Til Temirê bikin

Li Til Temirê ya ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk êrişî wê dike, van rojan tevgera dagirkeran a li derdora wê zêde bûye.

Li gorî nûçeya ANHA’yê balefirên keşfê yên dewleta Tirk li ser eniyên şer ên di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de digere.

Hate ragihandin tevgera li herêmê zêd bûye û çekên giran li herêmê hatine bicihkirin.

Berî nîvro jî dewleta Tirk bi çekên giran êrişî gundê Derdare yê Zirgana Til Temirê kiribû. Di vê êrişê de tank û hawan hatibûn bikaranîn, xisareke maddî li gund çêbûbû.

Di 2’ê Tebaxê de jî bejahiya Til Temirê hatibû bomberdûmankirin, jinek û zarokek birîndar bûbû.

Dewleta Tirk di 4’ê Tebaxê de di destê sibehê de li rojhilatê Eyn Îsayê malek bomberdûman kiribû. Di êrişê de Zêdan El Îsa (44) û zarokên wî Ziyad (12) û Mûne, Hûda jiyana xwe ji dest dabûn.