Leşkerên Tirk li ser sînor şîddet, tecawiz û êşkenceyê dike
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê êrişî 24 kesan kir. Hate ragihandin leşkeran tecawizî jinek û zarokekê kirine.
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê êrişî 24 kesan kir. Hate ragihandin leşkeran tecawizî jinek û zarokekê kirine.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şeva din saet di 24:00’an de dema ku; 4 mêr û 24 kesên ku di nav de jin û zarok hebûn ku piraniya wan ji Qamişloyê ne, hewl didan di sînor re derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên Tirk ên li ser sînor 2 kesên bi navê Ê.Ê (34) û N.H. (14) girtin.
Li gorî agahiyan leşkeran li van kesan dane û ew ji ser dîwarê 4-5 metre bilind avêtine xwarê.
Di dîmenan de yên ku ANHA’yê bi dest xistiye, rewşa xirab a her du ciwanan a ji ber îşkenceya dijwar xuya dibe. Ciwanên navborî ji serî, sîng û destên xwe birîndar bûne.
Li gorî N.H. ew komeke ji 4 kesan bûn û dema sînor derbas dikirin, leşkerên Tirk ên li ser sînor gule li wan reşandine. N.H. wiha bûyer vegot: “2 kesên ji koma me reviyan, derdora saet 3:30’ê sibehê jî em hatin girtin. Çawa em girtin, hema li me dan. Destê min ê rastê şikandin.”
Li ser laşê N.H. şopên îşkenceya tund xuya dikin û rewşa wî giran e.
Ê.Ê. jî got her ku pirsek ji wan dikirin, bi alavan li wan didan û wiha dewam kir: “Dema ku li serê min dan, ez ji ser hişê xwe çûm.”
Li gorî N.H. û Ê.Ê. ew derdorê saet 8:00’ê vê sibehê ji ser dîwarê li sînor hatine avêtin.
Li gorî agahiyan leşkerên Tirk tecawiz zarokeke 11 salî û jineke 25 salî kirine.