Dewleta Tirk gundên Til Temirê bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker careke din gundên Til Temirê bomberdûman kir.

Dewleta Tirk saet di 14.30’an de gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê û gundê Til Şenan ê ku gundekî Asûriyan e bomberdûman kir.

Hate ragihandin ji ber êrişê xisar gihiştiye malan. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her roj qadên sivîlan bomberdûman dike, mirovan direvîne, êşkenceyê dike. Li hemberî van sûcên şer hêzên navneteweyî bêdeng in.