Têkildarî êrişa li ser wesayiteke sivîl a li Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk (SÎHA) ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn, Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Her ku siyaset li dewleta Tirk tengav bû, sivîlên li herêmên Rojava, Başûr û Bakurê Kurdisatnê bi hovîtî û tundî hedef digire. Bi wê yekê tevahî mîsaq, qanûn û mafên mirovan bin pê dike, li gel wê jî çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar tîne.
Herî dawî jî îro dewleta Tirk bi firokeyeke bêpîlot naverasta Kobanê bombebaran kir, di encamê de sivîl birîndar û şehîd bûn, di nav de jî zarok hene. Her wiha zirareke mezin gihand mal û milkên sivîlan. Bi wê yekê sûc û kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan eşkere dibin. Di 2019’an dewleta Tirk bi Rûsya û DYA’yê re peymana agirbestê îmze kir ku ew û çeteyên xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekin, lê rojekê jî pabendî agirbestê nebûye. Di encamên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek sivîl bûn qurban.
Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bawer in ku ger ne ji çavgirtina hêzên aktîf li Sûriye bûya ku ew jî aliyekî agirbestê ne, dewleta Tirk a faşîst nikarî di hovîtî û sûcên xwe de berdewam bikira. Dewleta Tirk di êrişên xwe yên vê dawiyê de teknolojiya şer ku sûk û kargehên wan dewletan çêdikin, bi kar tîne. Lê her aliyên ku rêbaz û çekên şer ên teknolojîk didin dewleta Tirk ew şirîkên wan di sûcên li dijî mirovahiyê de ne. Em bang li gelê xwe yên li derve û welat dikin ku van sûcan bi rêbazên demokratîk şermezar bikin."