Malbatên şehîdan ên li Şehbayê li ber gefan rabûn: Em ê li ser xeta zarokên xwe bin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê li ber gefên êrişê yên dewleta Tirk a dagirker rabû.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê li ber gefên êrişê yên dewleta Tirk a dagirker rabû.
Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan ên herêma Efrînê di derheqa gefên dewleta Tirk daxuyanî dan û diyar kirin wê li ser şopa zarokên xwe yên şehîd bin.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê mamoste Avdar Elo û bi zimanê Erebî ji aliyê endama meclisa malbata şehîdan a Şehbayê Menal Şêxo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Encama berdewamkirina destanên lehengî û berxwedaniya mezin a gelê me yê Kurdistanî, li dijî hêzên zordar didome. Bi pêşketina rihê berxwedaniyê li ba gelê me, gel di pergala xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digire.
Di vê pêvajoya dîrokî de û li hemberî çavên cîhanê bi giştî êriş hatin kirin. Ji ber vê zordarî bûye çavkaniya bêaramî û metirsiya li ser gel. Herî dawîn hikumeta Erdogan li ser navçeya Til Rifetê gef xwar. Ev jî dibe sedem ku çete û terorîst li ser pêşeroja gelê herêmê bibin metirsiyeke mezin.
Li vê derê em endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan, em soz didin şehîdên xwe, serok û zarokên gelê xwe , em ê li ser xeta zarokên xwe bin.
Her wiha em bangewaziya desteya Neteweya Yekbûyî û tevahî rêxistinên hiqûqî li cîhanê dikin ku bila li hemberî Erdogan û gefên wî dengê xwe bilind bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bimire dewleta Tirk a faşîst’ û ‘Bijî berxwedaniya biratiya gelan’ bi dawî bû.