Salvegera 4’an Reqayê hate pîrozkirin

Salvegera 4’an a Reqayê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê li navenda bajar hate pîrozkirin. Rayedarên Reqayê diyar kir ku ji bo dawîbûna krîzên Sûriyeyê pêwîstî bi diyaloga Rêveberiya Xweser a di nav de cih digire heye.

Salvegera 4’emîn a azadkirina Reqa ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê li Stada El-Beledî hate pîrozkirin.

Fermandarên QSD’ê, rûspî û êlên Bakur û Rojhilatên Sûriye, endamên Partiya Sûriye ya Pêşerojê, Rêveberiya Xweser û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Alîkarê Hevserokê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid şerê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li şûna tevahî cîhanê li dijî çeteyên DAÎŞ`ê meşandiye, bi bîr xist û got: “Rizgarkirina Reqayê têkçûneke mezin ji DAÎŞ`ê re bû, ji ber ku Reqa qaşo paytexta xîlafeta wan bû. Bi saya fedekarên QSD`ê tarîtî û tirs bi dawî bû û îro li vî bajarî hezkirin û aştî serwer e.”

El-Ebid wiha dewam kir: “Dema me li Sûriyê û derve bi parçebûnê tawanbar dikin, divê bizanibin ku me li şûna cîhanê tevahî, bi taybetî li şûna Sûriyê şerê DAÎŞ`ê kir, ku gef li tevahî cîhanê dixwar. Cebhet El-Nusra û DAÎŞ`ê li Tirkiyê û herêmên sînor in, lê AKP`ê daxuyaniyan diweşîne û îdîa dike ku herêmên hêzên QSD`ê terorîst in, lê hedefa wê ji van daxuyaniyan şerê li dijî me ye, ji ber ku baskên wê yên wekî DAÎŞ`ê û yên din nikarîn armancên wê pêk bianiyha."

El-Ebid bal kişand ser dagirkeriya Tirk û got: "Dewleta Tirk a dagirker piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, berê xwe da kampa Eyn Îsa da ku ji malbat û çeteyên DAÎŞ`ê yên li wir xelas bibe û hewldana ketina Hesekê kir, da ku bigihêje kampa Holê û çeteyan tune bike, lê bi ser neket û ev kiryar tevahî tima û hedefên Tirkiyê eşkere dikin."

El-Ebid diyar kir ku hemû civînên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê li dar dikevin, heta niha ji bo vê yekê tu çareserî pêşniyar nekirine, lê  li herêmê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin.

El-Ebid wiha domand: "Dibêjin herêm li ser bingeha fikirê Abdullah Ocalan tê birêvebirin, belê rast e û fikirê Ocalan ne şermek e, pêwîstiya me bi fikirekî wekî vî fikirî heye, ji ber ku ne tenê neteweyekê digire nav xwe, lê belê banga biratiya gelan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan dike. Axa welat ji hinguvê Tirkiyê baştir e, êdî bila her sûriyek vê rastiyê bizanibe, ji ber ku dê Tirkiyê ji wan re nemîne, her wiha ji hikumeta Sûriyê re dibêjin ku em ne şerxwaz in, lê aştîxwaz in. Em ji diyalogan re amade ne, şer naxwazin. Lê belê diyalogê dixwazin, ka werin em bêyî dengê guleyan nîqaş bikin û zarokên xwe fêrî welatparêzî, zanist û fikirê bikin."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî axivî û got: "Rizgarkirina Reqayê xwedî cihekî giranbiha ye, ji ber ku "Paytexta xîlafetê" û şêniyên herêmê fêrî nijadperestiya olî dikir, lê tişta ku şêniyên Reqayê bi rêya jiyana hevbeş û rêya demokrasiyê isbat kir, berovajî fikirê terorîst e ku çeteyan hewl dida di nav şêniyên Reqayê de bidana avakirin."  

El-Qeftan ev li gotina xwe zêde kir: "Bûyerên ku îro li Sûriyê diqewimin, ji ber siyasetên înkarkirinê yên hikumeta Şamê û muxalifan derdikevin holê û bêparbûna gelê Sûriyê ya ji hiqûqên wan wekî sûcê li dijî sûriyan tevahî ye."

El-Qeftan da zanîn ku hikumeta Şamê di çareserkirina aloziya Sûriyê de, çareseriya leşkerî dide meşandin, diyalogan asteng dike û rê dide dewletên din ku destwerdana kar û barên Sûriyê bikin û got: "Dewleta Tirk a dagirker ku beşek ji Sûriyê dagir kiriye û li herêmê siyaseta guhartina demografiyê da meşandin, ev jî isbat dike ku çareseriya leşkerî bi tu awayan sûdê nade sûriyan û aloziya Sûriyê çareser nake. Tevî vê yekê em tu cidiyetê yan jî dengê civata navneteweyî nabihîzin ku çareseriyê bibîne û li gorî berjewendiyên xwe hemû rêgehên neteweyî asteng dike, her wiha gelê Sûriyê ji hiquqên wî yên alîkariyên mirovî bê par dike."

Îbrahîm El-Qeftan wiha dawî li gotina xwe anî: "Nebûna rola navneteweyî ya di çareserkirina krîzê de û dûrxistina sûriyan ji çareserkirina aloziyê, nexasim Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dihêle temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe û çareseriyê bi xwe re nayne."

Pîrozbahî bi derketina ser dikê ya komên muzîkê ya Reqa, Tebqa û gerandina govendê ve bi dawî bû.